Panorama serdana şanda PDPKS bo yada serok Mam Celal
Rêportaj 04:22 PM - 2022-10-08Şanda Pêşverû beşdarî salvegera Mam Celal kir
Rîportacek li ser serdana şanda partiya me ji Herêma Kurdistanê re
Di (1/10/2022an)de û bi vexwendinek fermî ji Yekîtî Niştimanî Kurdistan de şandek ji nivîsgeha rêzanî ya patiya me "Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê" gihşt bajarê Silêmaniyê ji bo beşdariyê bikê di pêncemîn salvegera koçkirina serok Mam Celal de.
Şanda partiya me serdana Borda peywendiyên Kurdistanî kir, û şanda me bi dilgermî ji aliyê serokê borda kurdistanî (Salar Serhed) û hejmarek ji endamên bordê ve hate pêşwazîkirin. Piştre bi hevre berê xwe dan gora Mam Celal û baxek gul danîn ser gora wî , Herwiha şanda partiya me beşdarî rêwresmên ku di (3/10/2022an)de , li ser gora Mam Celal hate li darxistin û di heman demê de şanda me di rêwresmên ku li Hola Se'ed Ebdule li bajarê Hewlêrê hatibû li darxistin beşdar bû , di wê rêwresmê de şand û kesayetiyên siyasî û dîplomasî û rewşenbîrî û civakî yên Kurdî û Kurdistanî û Iraqî û yê biyanî têde beşdar bûn..
Herwiha şanda partiya me hevdîtinek bi Kak Bafil Celal Talebanî re (Serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan) pêkanî , bi amadebûna Kak Qubad Celal Talebanî (Serpereştiyarê sekretariya Mam Celal û cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê), her wiha hejmarek ji kesayetiyên Kurdistanî yên naskirî jî hatin dîtin..
Her di vê derbarê de û bi vê babetê şanda partiya me birûskek behîdariyê bi navê nivîsgeha rêzanî ya partiyê ji serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan re şand ev deqa wê ye :
Serok Bafil Celal Talebanî
(Serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan)
Silav û Rêz
Em îro bi rêzgirtin radiwestin li hember bîranîna Pêncem ji koçkirina serok Mam Celal Talebanî re , û bi bîra xwe tînin wek kesayetiyekî siyasî hişmend , û rola xwe wek serdarekî karîzmî berz li ser asta navdewletî , herêmî , niştîmanî û kurdistanî de , koçkirina wî di vê qûnaxa rêzanî ya hestiyar de ziyanek mezin bû ji me hemûyan re.
Bi koçkirina serok (Mam Celal) re , Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ziyanek mezin dît ku me hevalekî dilsoz windakir , ji ber ku peywendiyên dîrokî û hevsengî ji zêdetirî nîv sedsalê de ji xebata hevbeş di navbera wî û sekreterê partiya me heval Ebdilhemîd Derwîş de hebûn , wê demê Mam Celal bi hemû şiyana xwe li rex damezrandina partiya me rawestiya.
Di vê babeta xemgîn de em soz didin ku emê pabend bin bi wan pirensîbên ku herdu rêberan (Mam Celal , û Kak Hemîd Derwîş) avakirine , û emê dilsoz bin ji wan peywendiyên ku di navbera herdu partiyên bira de ji bo xizmet gelê me û doza me ya netewî ya dadmend.
Silav li giyanê Mam Celal di bîranîna Pêncem ji koçkirina wî re
Qamişlo / 3 / 10 / 2022
Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Jêder : Ragihandina Navendî ya P.D.P.K.S
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19