Abdûlla Gûl: Nav û dengê Serok Mam Celal wê di dîrokê de bimîne
Kurdistan 11:09 PM - 2022-10-04
Abdûlla Gûl: Nav û dengê Serok Mam Celal wê di dîrokê de bimîne
Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdûlla Gûl got ku Serokkomarê Tirkiyê Celal Talebanî navê xwe di dîroka Iraqê de tomar kir û îtîbara wî dê her tim bê bîranîn.
Di salvegera wefata rûmeta milet û welat Serokomar Mam Celal de, 11- mîn Serokkomarê Turkiya yê Abdûlla Gûl bi rêya Weqfa Serokomarê Celal Talebanî peyamek belav kir.
Abdûlla Gûl
11emîn Serokkomarê Tirkiyê
Stanbûl, 29ê Îlonê,
Sefîrê rêzdar: Muhammad Sabîr
Bi kêfxweşî spasiya vexwendina min ji bo pêncemîn salvegera koça dawî ya Serok Celal Talebanî dikim û wek serokekî ku jiyana xwe terxan kiribû ji bo pirsgirêkên siyasî yên gelê Iraqê û gelê kurd, Celal Talebanî navê xwe di dîroka Iraqê de bi cih kir. Wê her tim were bibîranîn.
Di sala 2008ê de, di dema serokatiya xwe de li Enqerê, ez gelek kêfxweş bûm ku pêşwaziya Serok Talebanî kir, di sala 2009 de, tevî rewşa aloz a ewlehiyê, min dikarî li gel malbata xwe serdana Bexdayê bikim. Di wan her du serdana de , ji bo pêşxistina peywendiyên navbera her du welatan de, xwedî girîngiyeke taybet bû.
Di van serdan û peywendiyên du alî de, min bi nêrîna Serok Celal Talebanî ya ji bo veguhertina Iraqê bo komareke demokratîk ku prensîb û nirxên bilind ên mafên mirovan û pêşketinê dihewîne, nas kir. Ez jî bûm şahidê dilxwaziya wî ya çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê.
Bi vê helkeftê, di salvegera koça dawî ya wî de, ez bi rêzdarî bi bîr tînim Serok Celal Talebanî û careke din sersaxiyê ji malbata wî re dixwazim.
Bi vê wesîleyê daxwaz û hêviya xwe ya aramî, aştî û serweriya Êraqê dubare dikim û rêz û hurmetên xwe pêşkêşî gelê Iraqê dikim.
Sefîr Dr.Muhammed Sabîr
Serokê Weqfa Serok Celal Talabanî
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19