Zelensky biryara derxistina bi zorê ya niştecîhan ji Donetsk ferz dike
Cîhan 10:22 AM - 2022-07-31
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got ku hikûmeta wî ferman daye ku niştecihên herêma Donetsk a rojhilatê ku şer û pevçûnên dijwar bi Rûsyayê re rû didin, bi zorê werin derxistin.
Zelensky di gotareke televizyonê ya derengê şevê de got ku bi sed hezaran kesên hîn li herêmên şer ên herêma mezin a Donbassê, ku Donetsk û herêma cîrana Luganskê dihewîne, pêdivî bi desrxistinê dikin.destnîşan li ser ser qerebûkirina wan jî kir.
Di vê navberê de, medyaya Ukraynayê li ser zarê cîgira serokwezîr Irina Vershichuk ragihand ku divê valakirin berî destpêkirina mehên zivistanê pêk were ji ber ku binesaziya dabînkirina gaza xwezayî ya herêmê têk çûye.
Serokê Ukraynayê got: Hîn bi sed hezaran li herêmên Donbassê dijîn, ku şer lê diqewime.
Gelek kes red dikin ku derkevin, lê neçar in ku derkevin.
Berî niha, artêşa Ukraynayê ragihandibû ku wê zêdetirî 100 leşkerên Rûsî di şerên li başûrê welat de kuştine, di nav de li herêma Kherson, ku navenda êrîşa dijber a Kîvê ye, ku hêleke sereke ye di xetên dabînkirina Rûsyayê de.
Fermandarîya Başûrî ya artêşê got ku seyrûsefera hesinî bo Xersonê di rêya çemê Dnipro re hatîye rawestandin, ev yek dibe ku hêzên Rûsî li rojavayê çem ji keresteyên li Kirima dagîrkirî û li rojhilat dûr bixe.
Li başûrê bajarokê Baxmût, ku Rûsyayê weke armanceke sereke li Donetsk binav kir, artêşa Ukraynayê got ku hêzên Rûsî "di beşekî de biser ketin" di kontrolkirina bajarokê Semyriya de,.ji 3 aliyan de kontrol kir.
Ukrayna pergalên mûşekên dûravêj ên ku ji Rojava bi dest xistin bikar anî da ku di van hefteyên dawî de sê pirên li ser çemê Dnipro bi giranî zirarê bike, bajarê Kherson îzole kir û Artêşa 49-an a Rûsyayê ku li perava rojavayî ya çem bi cih bûye pir xeternak hişt.
PUKmedia/ Ajansan
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19