Vejîna YNKê berî 46 salan di dîroka gelê Kurd de gavek pîroz bû
Rêportaj 06:48 PM - 2021-06-08Nivîskar; Selahê Mûsê-Almanya
Eger em 46 salan paşve vegerin, emê bibînin çawa komek ji 7 Rewşenbîrên Kurd di rewşek awerte de di bin zor û zehmetiyê de bi yek dil û yek biryar gotin, ku gelê Kurdistanê hewce ye bi damezrandina tevgereke nujen, modern, sukuler, sozial demoqrat durî kevneşopiya klassîk a ku di bin bandora ramanên fewedal û olî de ne.
Damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji çend hêz û komeleyên niştiman perwer pêk hat wek bersiv li dijî peymana Cezair a ku di sala 1975 de di nav bera Sadaam Hussein û Şahê Iranê çê buyî.
Têştê herî balkês, ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bu Sîwan ji tevgera azadiya Kurdistanê re, pêşmerge, Ronakbîr, bazirgan, çotkar û Xwendevan cîhê xwe di nav de girtin ji bo bi destxistina mafê gelê Kurd ê rewa.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê dikanîbu di demeke kurt de bibe hêzeka sereke xort bi rêk û pêk li Kurdistanê, bi rengekî zanestî cuda û biratî xebata xwe û pêwendiyên xwe li gel hêz û partiyên Kurdistanî çêkirin û ji wan re bû alîkar çi li Bakur, çi li Rojhilat û li Rojavayê Kurdistanê bû .
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)êdi warê diplomasî û pêwendiyên herêmî û navdewletî de gelekî serkeftî û jîr bu, ew jî vedigere perwerda kadroyan jêhatî û zana ,xebata YNK ê a diplomasî li Ewropa gelekî serkeftî bu, Dr. Kamal Fuad rehma Xwedê lê be diplomatekî Kurd ê herî jîr bu, wî yekîtiya Xwendevanên Kurd (Aksa) li Ewropa damezirand ku xwendevan bibin berdevkê gelê xwe di pêşerojê de, ew qet jî bîra me naçe . Dr. Omer Şêx Mus yek ji damzerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ye ew jî siyastmedarekî serkefti ye heta roja îro .
Em ji bîr nekin ku birêz Nişîrwan Mustafa jî cîhê wî Bihuşt be yek jî demezerên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ye gelekî xebat û Pirtuk nivisîn ji bo gelê Kurd kir. Dr. Fuad Massûm jî yek ji Stûnên damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê destpêkêne ye.
Li dawî ezê vegerim ser Şêrê diplomasiyê kurd ê rojên dijwar û teng rewanşadê gelê kurd ê naskirî Mam Celal sed hezar rehmet li Giyana wî be, ku wek rêberkî Kurd ji bo Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê hat hilbijartin û bi qehremanî û bawerî hişt gelê Kurd bi serkefe û serfiraz bibe û bibe hejmareke girîng li navçe û cîhanê.
Nivîskar; Selahê Mûsê-Almanya
hewal ziyatr
-
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20