Tirkiyê: Li zanîngehan beşa Kurdî Tejî Bûn

kurdistani 10:17 AM - 2013-08-12
Tirkiyê: Li zanîngehan beşa Kurdî Tejî Bûn

Tirkiyê: Li zanîngehan beşa Kurdî Tejî Bûn

Zanîngehên Mardîn Artûklû, Mûş Alparslan û Bîngolê kontenjanên beşa ziman û wêjeya Kurdî tev tije bûn.
Li Tirkiyê îsal 673 hezar xwendekar di zanîngehan de bi cih bûn. Di nav beşên ku xwendekar tê de bi cih bûn de ya ku herî zêde balê dikşîne jî beşa ziman û wêjeya Kurdî ye. Lewra pileyên beşa ziman û wêjeya Kurdî îsal ji pileyên beşa ziman û wêjeya Tirkî derbas bûn.
Lijneya Hîndekariya Bilindîsal, ji bo kontenjanên beşên ziman û wêjeya Kurdî destûr da 3 zanîngehan. Di 3 zanîngehan de ji bo xwendina vê beşê 125 xwendekar bi cih bûn. Zanîngehên ku tê de ev beş hene, ji bo zêdekirina kontenjanan dê sala pêş me serî li lijneyê bidin.
Akademîsyenên Zanîngehên Artûklû, Alparslan û Bîngolê diyar kirin ku kontenjanên beşa ziman û wêjeya Kurdî isal tejî bûne. Gelek xwendekar dixwazin di vê beşê de bixwînin lê ji ber ku kontenjan bisînor in, di vê beşê de bi tenê 125 xwendekar bi cih bûn.
Zimanê Kurdî bi awayekî fermî di zanîngehên Tirkiyê de cara ewil li Zanîngeha Artûklûya Mardînê hat dayîn. Perwerdeya Zimanê Kurdî li zanîngehê ewil ji bo lîsansa bilind bû, salek pişt re jî beşa lîsansê ya ziman û wêjeya Kurdî vebû.
Midûrê Enstutiya Zemanên Zindî yên Zanîngeha Artûklûya Mardînê Prof. Dr. Kadrî Yildirim destnîşan kir ku bi saya pêvajoya çareseriyê eleqeya li ser zimanê kurdî zêdetir bû.
Yildirim wiha dewam kir: "Kontenjanên me yên beşa Zazakî û Kurmancî hemû tije bûn. Sedsala pêş me, dê bibe sedsala zemanê kurdî. Di salên pêş me de dê eleqeya li ser Kurdî zêdetir bibe."

PUKmedia/Trtxeber

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket