Pira Aştiyê di navbera Îzmir û Amedê de

kurdistani 10:39 AM - 2013-05-24
şaredarê bajarê Amedê Baydemîr û yê Ezmîrê Kocaoglu

şaredarê bajarê Amedê Baydemîr û yê Ezmîrê Kocaoglu

Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê şandeyeke 190 kesî hate Amedê û peyamên aştî, biratî û dostaniyê dan. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê molavanî kir û nûnerên hemû saziyên sivîl hatin ba hev.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Aziz Kocaoglu û şaredarên navçeyan ên pê re li gel rektorên ji zanîngehên cuda cuda, rêxistinên karguzariyê, nûnerên saziyên civaka sivîl, pêkhateyên Konseya Bajêr û rojnamevanan ku 190 kesî li xwe digire, bi mebesta avakirina pira biratî û aştiyê hatin Amedê. Şande, li balefirgeha Amedê ji aliyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, şaredarên navçeyan, endamên meclisa bajêr ve bi kulîlkan hate pêşwazîkirin. Şandeya Îzmirê bi otobûsan li semtên Peyas û Dîclekentê geriyan û li Restorana Turistik Cafe ya li Meydana Mizgefta Mezin taştê xwarin. Li vir xwarina herêma Amedê ji wan re hate pêşkêşkirin û piştre çûn serdana Parêzgarê Amedê Mustafa Toprak. Piştî wê şandeya Îzmirê hate serdana şaredariya mezin.
Şaredarên navçeyan ên Amedê, Odeya Nazirganî û Pîşesazî jî tê de hemû nûnerên cîhana karguzariyê, nûnerên saziyên civaka sivîl, pêkhateyên Konseya Bajêr, sendîka, rojnamevan, nivîksra, nûnerên DÎAY-DERÊ, rêberên civatên olî yên Elewî, Suryanî, Keldanî, Ermenî, akademisyen û Dayikên Aştiyê bi tevahî komeke 150 kesî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşwaziya şandeya Îzmirê kir. Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî di pêşwazîkirinê de amade bû. 
Piştî ku Baydemîr şandeyên Amed û Îzmirê bi hev dane nasîn, bi hev re derbasî Salona Şanoyê ya Bajêr bûn. Şaredarên Bajarên Mezin ên her bajaran Osman Baydemîr û Azîz Kocaoglu li gel lijneyên herdu aliyan daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê li dar xist. 
Baydemîr, da zanîn ku ew gelekî pê xweş e ku Kocaoglu û şandeya Îzmirê li vir pêşwazî dike û bi mêvanî dihewîne. Baydemîr bi bîr xist ku li Amedê 8 hezar sal in jiyan bênavber berdewam e û weha axivî, “Vî bajarî malovaniya 33 şaristaniyan kir. Di nav kevirên avesaziya Amedê ya sivîl de, di perestgehên dînî û navendên ayînî de xwêdana van 33 şaristaniyan heye. Mizgefta Mezin a Amedê weke 5emîn Harema Pîroz a cîhana îslamî tê qebûlkirin. Lê taybetiyeke vir ew e ku piştî ava bûyî weke Perêzgeha Rojê hatiye bikaranîn. Demekê misliman, xrîstiyan û cihûyan li hewşa ku digihêje heman dergehê dua kirine.” Baydemîr bal kişand ku Amed warekî pirdînî, pirzimanî, pirnasnameyî ya qedîm e û wiha got, “Ez gelekî dilxweş im ku xizmeta Amediyan dikim.”

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket