Berazîl konsolxaneya xwe li Hewlêrê vedike

kurdistani 08:08 PM - 2013-05-23
Nêçîrvan Barzanî û balryozê Berazîlya li Êraqê

Nêçîrvan Barzanî û balryozê Berazîlya li Êraqê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 23/5, li bajarê Hewlêrê pêşwazî li balyozê  Berazîlê li Êraqê Enwer Nehas kir.
Di civînekê de têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Berazîlyayê û vekirina konsolxaneya fexrî ya Berzalîlyayê li Hewlêrê hatin gotûbêj kirin. Di vê çaçroveyê de balyozê Berazîlê yê li Êraqê da zanîn, vekirina konsolxaneya fexrî ya Berazîliya li Hewlêrê destpêkeke bo vekirina konsolxaneya giştî û ev yekê jî dê têkeliyên di navbera Kurdistan û Berîzîliyayê de ber bi qonaxeke nû ve bibe.
Balyozê Berazîlyuayê diyar kir ku, niha yek ji baştirîn kompaniyên Berazîliyayê ku di warê bînasazî de kar dike li Herêma Kurdistanê ye.
Ji aliyê xwe ve jî serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de teqez kir ku, deriyên Herêma Kurdistanê bo hemû wan welatên dixwazin li Herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin vekîrîne.
Rewşa Êraqê û têkeliyên nevbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din a civînê bû. Di vê çarçoveyê de, Nêçîrvan Barzanî behsa helwesta Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku, Herêma Kurdistanê hertim dixwaze hemû kêşe û pirsgirêkan bi rêya diyalog û danûstandinan bên çareser kirin û serdana vê dawiyê ya şandeya Herêma Kurdistanê bo Bexdayê li ser baweriya Herêma Kurdistanê bi danûstandinan bû.

PUKmedia/KRG

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket