Parlemana Ewrupayê kursiyek da Herêma Kurdistanê

kurdistani 06:17 PM - 2013-05-23
Parlemana Ewrupayê kursiyek da Herêma Kurdistanê

Parlemana Ewrupayê kursiyek da Herêma Kurdistanê

Parlemana Ewrupayê kursiyek jibo Herêma Kurdistanê diyar kir û ji nûnerê bajarê Helebçeya şehîd xwest ku li ser wê kursiyê rûne û nûnertiya Herêma Kurdistanê bike.
Her weha bajarê Helebçeya şehîd jî bû endamê rêxistinên şaredariyên cîhanî ya aştiyê û nûnerê Helebçe jî postê cîgirê rêxistinê wergirt. Di heman demê de bi piştgîriya balyozê rêxistina aştiya navdewletî li rojhilata navîn li parlemana Ewrupayê bajarê Helebçe di wê rêxistinê de dibe endam.
Serokê şaredariya Helebçe û cîgirê serokê şaredariyên cîhanî ya aştiyê Xidir Kerîm bi daxuyaniyekê ji kanala asmanî Gelî Kurdistanê re got: "Piştî goftûgoyên bi balyozê rêxistina aştiya navdewletî li rojhilata navîn , her weha civîna me li gel berpirsê desteya kargirî ya parlemana Ewrupî, me daxwaz kir ku bajarê Helebçeya şehîd nûnertiya xwe li parlemana Ewrupayê bike.
Kerîm got: "Piştî wan civînan, parlemana Ewrupayê ew daxwaza me qebûl kirin û biryare nûnerê Helebçeyê wek nûnerê Herêma Kurdistanê li parlemana Ewrupayê di demek nêzîk de ji aliyê parlemana Ewrupayê bê vexwendin."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket