Peyamnêrekî PUKmedia jiyana xwe ji dest da

kurdistani 03:53 PM - 2013-05-23
Peyamnêrekî PUKmedia jiyana xwe ji dest da

Peyamnêrekî PUKmedia jiyana xwe ji dest da

Piştî encamdana rûdaneka hatûçûnê ya şeva borî  22/5/2013`an li navçeya Çarqorne , peyamnêrê me Hemrîn Sepan bi giranî birîndar bibû û her di şeva borî li nexweşxaneya ewarte ya Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.
Mirina peyamnêrê me jib o me gelekî bi xemgîn bû ji ber ku gêncekî di destpêka temenê xwe de bû û destpêkirina jiyana xwe ya rojnamevanî wek peyamnêr bû.
Berpirsê peywendiyên malpera me li bajaroka Çarqorneyê di pirsa sersaxiyê de beşdar bû.
Bi nave me û bi nave sernivîser û hemû kadir û karmendên malpera PUKmedia`yê em xemgîniya xwe nîşan didin  û sersaxiyê ji malbata Hemrîn re dixwazin û ji Xwedayê mezin û mihreban dixwazin cihê wî bihuşt be û sebir û aramî ji malbatê re dixwazin.
Îna Lîlah we îna îleyhî rac`un


PUKmedia/Silêmaniyê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket