Li Londonê kuştina leşkerekî

kurdistani 10:57 AM - 2013-05-23
Li Londonê kuştina leşkerekî

Li Londonê kuştina leşkerekî

Li Birîtanya  yê û li peytext Londonê doh li nava kolanan leşkerek , bi kêran hate kuştin û seriyê wî hate birîn.
Li başûrrojhilatê paytexta Birîtanya yê Londonê, du êrişkarên di destê wan de kêr hebûn li nêzî baregeheke leşkerî, leşkerek li ser rê kuştin.
Hat ragihandin, ku êrişkaran leşkerek  kuştin û seriyê wî  jê kirin û piştî ew kuştine banga Elalh Ekbar bang kirine û  bi qasî 20 xolekan li cihê bûyerê mane. polêsên cihê bûyerê dor pêç kirin û bi çekan her du êrişkar birîndar kirin,  polîsan her du êrişkarin  birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Çavkaniyên polês û ambûlansê dan xuyakirin, ku di bûyera doh ber êvarê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û du kesên tên gotin êrişkarîn birîndar bûne.
Serokwezîrê Birîtanya yê  David Cameron ku hingî li Fransayê bû, bûyer weke "qirêj û hov" bi nav kir. Cameron got, "Ev sûcekî hovane ye” her bang kir ku bi lez komîta kobra a ewlekariyê a ku ji hin wezîrên  û fermandarên ewleakriyê ve pêk tê li gel hev bicive û vê bûyerê bi nirxînin e. her wiha Polês ji bo rastiya bûyerê eşkere bike, di nava lêkolîn û lêpirsînan de ye.
PUKmedia / ajans /

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket