Pêngavek mezin
kurdistani 08:37 PM - 2013-05-22Pêngavek mezin
Ji bo avêtina pêngaveke nû em li Amedê ne. Ameda ku êdî di qada cîhanê de bûye navenda xweş xuyakirina deng û rengê kurdan. Ji der û dîwarên Amedê barana dîrokeke çend hezar salî dibare. Bajar bi her kevirekî sûra xwe pirtûkeke dîrokî ye. Hewayê vira xweş, gel hêvîdar û wisa diyar e ku rojên geştir li benda kurdên bakurê Kurdistanê ne.
Em gelek ji endamên navenda Pena Kurd ji bo 8’emîn kongreya Pena Kurd mêvanên vî bajarê ne.
Navenda Pena Kurd saziyeke ku bi dehan sal e li ser bilindkirina dengê kurdan di nava raya giştî û rêxistinên cîhanê de dixebite. Rêzdar Baydemîr wek Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê bi hemû cure îmkanên heyî hevkarî da me ku ev kongre bi serkeftî bê lidarxistin.
Çend pêngav û peyamên nû di kongreya me da hebûn:
1. Kongre di bin dirûşmaya “Em cîbicîkirina bendên manîfestoya Cîronayê li ser mafê ziman li welatê xwe dixwazin” de hat lidarxistin.
2. Di encama kongreyê de komîteya birêveber a nû ku xwedî “nasnameyeke Kurdistanî” bû di atmosfêrekî demokratîk de hat hilbijartin.
3. Cihê şanazî û dilxweşiyê ye ku di komîteya nû hat hilbijartin de sê jinan di rêveberiya giştî de cih girtin.
4. Xala herî girîng a vê kongreyê ew bû ku piştî 23 salan ji damezirandina xwe vê carê karî pêngaveke wiha dîrokî û girîng li ser axa welatê xwe bavêje. Di vê pêvajoya dîrokî, hesas û nû de ku wekî “qonaxa çareseriya pirsgirêka kurd” tê binavkirin, ev pêngava Penê watedar bû. Ji ber wê jî karekî wiha pir bi germî ji hêla rewşenbîrên çar perçeyên Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
5. Di nava kongreyê de kesayetiyên naskirî yên Kurdistan, Tirkiyey û cîhanê jî bi peyamên xwe yên watedar piştgîrî dan kongreyê. Civaknas: Îsmaîl Beşîkçî, Siyasetemedar: Osman Baydemîr, Jîrî Dedeçêk: serokê Pena Çek, Lusina Kautman: cîgira serokê navenda Pena navneteweyî her yekî/ê bi peyamên xwe ev pêvajoya nû pîroz kirin.
6. Di kongreyê de tevî ku gelek biryar hatin standin, lê ya herî girîng ew bû ku li ser cîbicîkirina xalên manîfestoya Cîronayê bi îsrare ku dibêje “mafê zimanê dayik, mafekî bingehîne ku divê zimanê dayikê li herêma ku ew ziman lê ye, bibe zimanê fermî û perwerdeyê.” Her wiha xwedîderketina ji parastina ziman mafekî bingehîn ê mafên mirovan e ku di UN de hatiye pejirandin.
7. Peyamên di 8’emîn kongreya Pena Kurd de dikare ji gelê kurd re wekî mizgîniyekê pêşkêş bike.
a. Divê êdî kurd tev vegerin ser axa bav û kalên xwe û saziyên xwe li wira ava an jî aktîftir bikin.
b. Êdî dem hatiye ku kongreya neteweyî di astekî bilind û xwedî nasnameyeke çarparçeyî dest bi karên xwe bike.
c. Nivîskar û rewşenbîrên kurd bêyî ku di bin bandora partî yan jî komeke siyasî de bimînin, dikarin di bin sîwana Pena Kurd de li dora hev kom bibin.
d. Navenda Pena Kurd bi çalakiyên xwe dikare partî û rêxistinên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê li dora hev bicivîne. Ev jî dikare -yekitiya neteweyî durist bike. Li pey vê destkeftina mezin jî elbet êdî serxwebûn û azadiya kurd û Kurdistanê ji sedî sed misoger e. Xweziya ku hezaran sal e em xewna wê dibînin roj bi roj pêk tê.
Nivîskar: Kakşar Oremar
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine
03:28 PM - 2026-06-09 -
Helîkopreke Amerîkî li nêzîkî tengava Hormizê kete xwarê
11:08 AM - 2026-06-09 -
Nirxê petrolê dadikeve
09:44 AM - 2026-06-09 -
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
10:13 PM - 2026-06-08
zêdetir tamaşe bike
Trump: Îsraîl dê careke din bi Îranê re şer neke
09:10 AM - 2026-06-09
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
08:35 PM - 2026-06-08
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
03:35 PM - 2026-06-08
Hevserokê PYDyê Xerîb Hiso: Em piştgiriya peyama Birêz Bafil Talebanî dikin
01:44 PM - 2026-06-08
zortrin xwendraw
-
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
Kurdistan 10:13 PM - 2026-06-08 -
Silêmanî li Foruma Delfî siyaset û aborî gotûbêj kir
Rêportaj 03:24 PM - 2026-06-08 -
Hevserokê PYDyê Xerîb Hiso: Em piştgiriya peyama Birêz Bafil Talebanî dikin
Kurdistan 01:44 PM - 2026-06-08 -
Cîgirê Serokê Herêmê pêşwazî li Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtaniya kir
Kurdistan 05:09 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
Kurdistan 08:35 PM - 2026-06-08 -
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
Kurdistan 03:35 PM - 2026-06-08 -
Peyamên Serok Bafil û Qubad Talebanî ji bo koça dawiya Helkewt Ezîz
Kurdistan 04:46 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: YNK di asta navneteweyî de pêgehek bihêz heye
YNK 06:28 PM - 2026-06-08


.png)



Aplîkêşin

