TEV-DEM: Em bo yekrêziya Kurd û bihêzkirina DBK baldarin

kurdistani 05:47 PM - 2013-05-22
TEV-DEM: Em bo yekrêziya Kurd û bihêzkirina DBK baldarin

TEV-DEM: Em bo yekrêziya Kurd û bihêzkirina DBK baldarin

Biryara Hikûmeta Herêma kurdistanê bo daxistina derwaeya sînorî ya di navbera Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdî li sûriyê bû cihê nerazîbûna aliyên tevgera Kurd yên siyasî û gelêrî li Rojavayê Kurdistanê.
Wek nerazîbûnekê desteya cîbicîkar ya Tevgera Civaka demokratîk TEV-DEM`ê di beyannamekê de ku wêneyek jê gihîştiye PUKmedia`yê, biryara Hikûmeta herêmê bi neberpirsyar û ew bi alîgirtina aliyekî li ser hesabê aliyên din binav kiriye, her weha teqez kiriye ku ew derwaze ne ji aliyê wan belku ji aliyê Hikûmeta herêma kurdistanê ve hatiye daxistin.
Di beyannameya TEV-DEM`ê hatiye: belavkirina hêzên pêşmerge li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê diyar dike ku armanca wê destêerdana karûbarê hundirîn ya Rojavayê Kurdistanê ye û wek fişareke li ser vîna azad ya gelê meye em vê yekê hêvî nakin di demekê de li şûna girêdan bi berjewendiya hin partiyan, pêwîstiya me bi Yekgirtina niştimanî ya kurdistanê heye. Em wek Tevgera Civaka demokratîk emê jib o Yekîtiya Kurd bi rêya bihêzkirina Desteya Bilind a Kurdî ku wek nûnerê rewa ya vîna siyasî ya gelê Kurde bi balder bin û em saziyên desteya Bilind jî esas digrin.
Di dawiya beyannameyê xwe de Desteya cîbicîkar ya Tevgera Civaka demokratîk bang li serokayetiya Herêmê kir ku bi hesasiyet û berpirsyartiyek mezin tevbigerin  bo xizmeta berjewendiyên niştimanî yên Kurdistanî.
Ji aliyê xwe ve Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê jî ew nûçeyên ku hin kanalên ragihandinê li ser amadebaşiya hêzên YPG`ê li ser sînorê Herêma kurdistanê bi derewîn derxist û diyar kir ku bi vê yekê dixwazin bi hasten gelê me bilîzin.
Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel Elî xelîl bi daxuyaniyekê ji ajansên nêşeyan re ragihand ku, YPG`ê ne hêza êrişê ye û rêza hemû kesî digre û ne jib o partiyekê kar dike, her weha aşkira kir ku ew tevgera wan di çarçoveya şerê ku li derdora wan heyî ye û daxwaz ji gelê Kurd kir ku nekevin pey dengo û propagandeyên dine.
Hêjayî gotinê ye ku li gor ragihandina hêzên asayîşa Rojava, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarek derkir ku derwazeya Sêmalka ya sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê piştî wê yekê hat ku hêzên asayîşê hejmarek kadirên Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) hatiye dema ku (bi awayekî ne rewa) derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûn hatiye.
Jêderekê ragihandinê li serokayetiya Herêma Kurdistanê roja duşemê 20/5/2013 ragihand ku: Mafê tu kesî tune ye ku biryarên xwe bi ser tevahî de pisepîne taku hilbijartinên  azad encamp bidin û desteya Bilind a Kurdî jî bi tenê nûnertiya gel dike, em rê nadin piştevaniya me wek pireyekê bo sepandina aliyekî li ser hesabê aliyên din bêne bikaranîn, ji ber vê jî em mecbûrin helwestên xwe berbiçavan re derbas bikin û biryara guncaw di dema xwe de bidin eger rêkeftina Hewlêrê bi temamî ne cîbicîkirin.
Her weha di ragihandina jêderê ragihandina serokayetiya Herêmê ev jî hatibû: Serokê Herêmê bi cave birayetî li hemû aliyên siyasî dinêre û bi yek mesafe li hemû aliyên siyasî ve nêzîk dibe, lê diyare aliykî diyarkirî roj bi roj û bi girêbestên gomanlê kirî endamên xwe bi çek dike û gihîşte astê kuştin û girtin û revandin û paşguhxistina aliyên dîtirê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket