Têkoşîna dijî bendavan gelan nêzî hev dike

kurdistani 12:50 PM - 2013-05-22
Têkoşîna dijî bendavan gelan nêzî hev dike

Têkoşîna dijî bendavan gelan nêzî hev dike

Baydemîr li gel Sekreterê Giştî yê Konseya Bajêr a Yerel Gundem 21ê Metin Kilavuz bi gulan mêvanên xwe pêşwazî kirin. Serokê Komeleya Xwezayê Guven Eken, da zanîn piştî Konferansa Çemên Cîhanê a li Stenbolê ji bo serdana Heskîfê hatine herêmê. Eken, bal kişand ku ji bo parastina xwezayê ji Patagonyayê heta Daristanên Baranî yên Amazonan li gel çalakgeran xebatên xwe domandine û got, “Îro wateya serxwebûnê guherî. Kesên nikarin çand û xwezaya xwe biparêzin ew nikaribin serxwebûna xwe jî biparêzin.” Eken, aşeker kir ku çem û robar bajar û çandan digihînin lê bendav wan ji hev dûr dixe û wiha axivî, “Heta Dîcle bi azadî neherike yek ji me jî azad nabe.”

Bendav ji bo hebûna me gef in

Seroka gelê Mapucî Moira Milan a ji Patagonyayê, da zanîn ku ligel parastina xwezayê ji bo parastina mafên gelê xwe têkoşiyane. Mîlan da zanîn ku gelê Mapucî ji aliyê Şilî û Arjantînê ve hatiye parvekirin û weha axivî, “Ez dibînim têkoşîneke wek ya gelê Amazonê li vê derê jî heye. Her kes li dijî neheqiyan têdikoşe. Dîrok û xwezayê di bin avê de difetisînin û bi vê re jî hebûna me ya siyasî, aborî û çandî dixin bin xeterê.” 

Bendav desthilatên kevneşopî têk dide

Aktîvisteke dî ku ji Afrîkayê hatiye û li herêma Turkana li dijî 10 bendavan têkoşiyaye jî wiha got, “Di bin navê geşedanê de gelê me yê hejar diperçiqînin. Bi van bendavan hewl didin rêveberiyên me yên kevneşopî jî ji navê rakin. Me neçar dikin ku tim parsekî li ber wan bikin.” Aktîvîstan bal kişand ku çawa ji bo bendava Ilisû ku dê Heskîfê daqurtîne her weha ji bo bendanên li devera Turkana jî raporên Nirxandina Bandora Jîngehê û Nirxandina Bandora Civakî nehatine duristkirin. 

Baydemîr: Doza we doza me ye

Şaredar Baydemîr bi gotina, “Doza we doza me ye. Ez gelekî pê şanaz bûm ku hûn jî doza me doza xwe dibînin” dest bi axaftinê kir. Baydemîr, ji Amedê peyamên dostaniyê ji Patagonyayê, gelê Mapucî û Amazonan re şandin û got, kapîtalîzma bêwijdan di serî de xweza ji nav bir piştre jî mirovahî kuşt. Baydemîr, bal kişand ku nirxa sedsalê ya geş dibe parastina xwezayê ye, bi bîr xist ku fîrmayên mezin ji bo pêşî kelvedana cîhanî bigirin li çavkaniyan digerin û weha axivî, “Bi rastî jî heke bixwazin xwezayê biparêzin divê dest ji lêkirina bendavan berdin. Em bi van polîtîkayan naxapin. Ev polîtîkayên weha çewt dê qira mirovahiyê bînin û suriştê têk bidin.”  

Baydemîr got, “Li Ilisû, li Amazonan her bendeva tê çêkirin bendek e li pêşiya herka xwezayê” û bal kişand ku heke bi rastî jî razemenî bê xwestin razemeniya herî watedar ew e ku li ser binemayê xwezayî ye û mirovîn e. Baydemîr xwest ku nirxên dîrokî û çandî bêne parastin û aşkere kir ku ewê di hemû xebatên xwe de ligel berxwedana bo parastina Heskîfê dê ya gelê Mapucî ya li Patagonyayê, ya li Daristanên Baranî ya li Amazonan bi bîr bînin.   

7 bendavên ewlekariyê tên avakirin

Li gel pirsa rojnamevên din av şandeyê de Baydemîr anî ziman ku ew bi hêvî ye, hewldanên aştiyê bihêle ku rê li avakirina Bendava Ilisû bigire. Li ser pirseke dî, Baydemîr destnîşan kir ku Tirkiye li ser sînorên xwe 7 bendavên “ewlekariyê” ava dike û got ku ev bendan ne ji bo avdanê ne jî enerjiyê ne. 

Yekitiya Avê ya Mezopotamyayê ava bikin

Baydemîr diyar kir ku salane 64 milyon mertekup ava çemê Dîcleyê diparzinin û ev ji bo hemû warnişînên ji Amedê pê de û zindewarên li ser çem û nav çem in rêzgirtin e. Baydemîr, bang li hemû rêveberên warnişînên li perrên Dîcleyê kir ku Yekitiya Avê ya Mezopotamyayê ava bikin û got, “Em ancax bi hev re dikarin bi ser bikevin.”

Piştî serdanê Baydemîr bi mêvanên xwe fotoyeke bibîranînê kişand. Dema fotokêşanê Baydemîr kumê mêvanê Efrîqê hilda û wisa wêne girt. Seroka gelê Mapucî Moira Millan jî alaya gelê xwe hilda û wisa wêne kişand

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket