El-Nûcêfî: Ger Malikî ne yê, Emê serî li Dadweriyê bidin

kurdistani 05:10 PM - 2013-05-21
Usema El-Nûcêfî

Usema El-Nûcêfî

Serokê Encumena Nûneram a Federal ya  Êraqê Usema El-Nûcêfî, bi tundî êrişî serokê Hikûmeta Federal û serleşkerê giştî ya hêzên çekdarî ya Êraqê Nûrî Malikî kir, û diyar kir ku ew ne xwediyê wê hêzê û mêrxasiyê ku li beremberî nûnerên Gel raweste, her wiha daxuya kirin ku Malikî bi sivkayî nêzî xwûnrêjiya Êraqiyan dibe, ji ber ku ew razî nebû beşdarî komacivîna perlementoyê yê di derbarê giftûguhkirina têk çûna rewşa dawî yê ewlekariyl li welat rû da ye  bibe.
Di kongireyeke rojnemevanî de,  ku îro El-Nûcêfî li Bexdayê li darxistiye tekez kir, ku eger Malikî beşdarî komcivînên perlemanê nebê ji mafê koma ku ew vexwendiye perlemanê,  vê carê   daxwaza xwe vegerîne komcivîneke lêpirsînê, û ev yek mafekî desturî ya Perlemanê ye, her wiha diyar kir ku gelek komên ku cihê xwe di hevpeymana nîştimanî de digrin,  ji  helwesta Malikî ne razîne.
Nûcêfî wiha berdewam kir, eger Malikî her li ser helwesta xwe berdewam be û neyê perlemantoyê, wê demê em ê serî li Dozgeriyê û Dadweriya giştî bidine, û gilî bikine.
Wekî din El-Nûcêfî  di kongira rojnemavanî de diyar kir ku wî gelek  nama bo serkirdeyetiyên siyasî bi rê kirine û ji wan daxwaz kiriye, ku li welat hilbijartinên pêşwext yên perlemanê lidarkevine û perlemana niha û hikûmet jî  ji hev bêne xistin û hikûmeteka veguhestinê lidar keve, El-Nûcêfî diyar kir ku wî heya niha bersiva 4 aliyan wergirtiye, û ragihand ku  ew ê di demên pêş de encamên dawî yên xebata xwe bi gel re parveke.
Her wiha El-Nûcêfî serî li pirsa hatine Gerîlayên PKK`ê bo Êraqê jî da, û got: Tu agahiya  hikûmeta Êraqê bi li hevkirina dawî yê ku di navbera PKK`ê û hikûmeta Tirkiyê de li darketiye nîne, em jî ne agahdarin, û me nebihîstiye ku ew vexundine xaka Êraqê, lê tekez kir ku eger kesek bixweze vê yekê li perlemantoyê giftûguh bike, wê demê ew ê deriyê giftûguhê vekin e, ji ber ku ew ê rê nadine tu kesî ku ji derv e dest bide mafê desthilatdariya rewa ya  Êraqê.
PUKmedia / Leyle El-Şemarî / Bexda 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket