Civîna serkirdeyetiya YNK`ê serkeftî derbas bû

kurdistani 01:19 PM - 2013-05-21
 Civîna serkirdeyetiya YNK`ê serkeftî derbas bû

Civîna serkirdeyetiya YNK`ê serkeftî derbas bû

Duh roja duşemê li bajarê Hewlêrê, di avahiya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, civîna serkirdeyetiyê bi rê ve çû.
Bi amadebûna endamên serkirfdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, bi serperaştiya cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê heval Kosret Resûl Elî, civîna serkirdeyetiya YNK`ê, bi rawestandina xulek bêdeng bo rêzgirtina tevahiya şehîdên Kurd û Kurdistanê dest bi karên xwe kir û piştî ku pêşkeftinên dawiyê yê derbarê baştirbûna tenduristiya serok Mam Celal, wê bi raporteke zelal bê ragihandin.
Di civînê de, li ser guhertin û rewşa Êraq û Herêma Kurdistanê û navçeê bi giştî û ew mafdariyên hilbijartinan û keysa desturê mû peywendiyên YNK bi PDK`ê re, peywendiyên YNK bi opozisyonê re û çend babetên din yên girêdayî bi salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê  û destnîşankirina roja Şehîdên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hatine rojeva gotûbêjkirina wê civînê.
. Di wê barê de, peyvdarê fermî yê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK) di derbarê raghêndrewa civîna serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK) de, ragihand ku emê di demeke nêz de belavokeke berfereh ku raspardinên ji bo hemû hevalên  Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK) bidin ragihandin.
Heval Azad dazanîn ku di wê civînê de, hevalên serkirdeyetiya  Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK) gelek bi çalak tevlî gotûbêj û dewlemendkirina rojevên civînê bûne.
Cundyanî aşkire kir ku di civînê de, li ser hemû babetên ku hatibûn diyarkirin, gotûbêj bûn û biryar û pêşniyar jî hatin pesend kirin û wê naverok di belavokekê de bê ragihandin.
Derbarê nîşankirina roja şehîdê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK) de, peyvdarê fermî yê politburoya  Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK) heval Azad cundyanî got: Bi piraniya dengên serkirdeyetiya  Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK) roja bidarvekirina pakrewanên me Şehab, Cefer û Enwer wek roja şehîdên  Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK) hate destnîşankirin û pejirandin.
Di dawiyê de, heval Azad aşkire kir ku piştî 8 demjimêran ji gotûbêj û danûstandinên wê civînê, civîna asayî ya serkirdeyetiya  Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK) bi serkeftî û bi çepikên hevalan bi dawî hat.
PUKmedia Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket