Nerwej: Çalakvaneke jin a Kurd hat şewtandin

kurdistani 11:46 AM - 2013-05-21
        Nerwej: Çalakvaneke jin a Kurd hat şewtandin

Nerwej: Çalakvaneke jin a Kurd hat şewtandin

Di nûçeyeke bi guman û ne zelal de, tê gotin ku jina çalakvana Kurd ya bi navê Çîlan Şoreş li welatê Nerwejê di bûyerekê de şewitiya û jiyana xwe ji dest daye.
Jina çalakvana Kurd Şîlan Şoreş jineke dilsozê karbarê jina Kurd bû, gelek çalakvan bû, di xebata jinê de, herdem li rêzên pêş bû. Li gorî nûçeyeke tê ragihandin ku Şîlan di cihê jiyankirina xwe de, agir pê ketiye û di encamê de, jiyana xwe ji dest daye, lê çavdêr jî dibêjin ku ew bûyer ne zelal e û guman li ser çawaniya jiyanjidestdana Şîlanê heye û ew rûdan ne normal e.
Agahiyên li ser Şîlan Şoreş hene ku ji ber berevaniya wê ya zêde derbarê maf û azadiyên jinan ve, gelek caran ew bi riya telefon, facebook û êmailan ve hatiye hereşe û gef lê xwerin. Ji ber wê yekê, Şîlan hemû torên enternêtî dadixe û kar pê nake ta belavbûna nûçeya şewtandina wê.
Polîsê Nerwejê dide xweuankirin ku şewtandina wê jinê gumandar e û wê di hefteya dahato de, aşkire bikin û daxuyaniyekê li ser bidin.
Lê hinek ji çavdêrên karûbarên jinan dibêjin ku ew şewtaqndin dibe ku ji aliyê hinek kesên kevneparest û tundrew be û an bi destê waqn hatiye şewtandin û an jî wan ew neçarî xweşewtandinê kiribin. Ji ber ku ew gef ji aliyê kesên li dijî azadiya jinan ve li Şîlanê dihatin kirin.
PUKmedia -Rêwan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket