Teknilojiyeke Wai-Fayî a gelek lezgîn

kurdistani 10:21 AM - 2013-05-19
Teknolojiyeke Wai-Fayî a gelek lezgîn

Teknolojiyeke Wai-Fayî a gelek lezgîn

Peymengeha Kerlişrowa a Almanî bi pêşxistineke teknilojî ya nûh gaveke li pêş avêt, peymangeha Almanî karî bi riya teknilojiya Wai-fayî,  ya ku nûh wê pêşxistiye di çirkekê de û ji dûrbûna 965 mitran de dikarê  40 G-B bişîne, ev yek tê watya şandina 10 filmên gelekî baş di yek çirkê de.
Ji bo ku ew bighêjên vê lezê peymangehê li gel pêlên radyoterê, gelek pêkhatiyên hişk bi kar anîiye,leza ku di vê ezmûnê bi kar hatiye gihîşte 240 G-hêrtiz.
Pêkhatiyên hişk yên ku ji aliyê peymangehê ve hatine pêş xistin, komek ji perçeyên ku dikarine di gelek rewşan de sinyalên bilind vekolînbikin û naskin e.
Hêjayî gotine ye ku pêlên bilind yên radyo yê gelek pêwîstin bo veguhestina belgeyan, û her çend ev pêl kin be, wê  ew qas belgeyên bêtir di demekî kûrt de bête bi rêkirin.
Tê zanîn ku teknilojiya Wai-Fayî gelek  di keve bin bandora rewşa hewayê de,  lê dema ev pêlên bilind hatin bi karanîn yên ku gihêşte 240 G-h bandora rewaş hewayê gelekî li rêkirina belgeyan nekir.
Zanyaran  diyar kirin ku teknilojiya nû a Wai-Fayî ya,  ku wan pêş xistiye wê gelek baş be ji bo gundewaran, ji ber ku kişandina kabila ronak bo van deveran  gelek biha tê.
PUKmedia  / ajans /

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket