Silêmanî: Politburoya YNK`ê rewşa siyasî nirxand

kurdistani 08:27 PM - 2013-05-18
Civîna politburoya  YNK`ê

Civîna politburoya YNK`ê

Îro li bajarê Silêmaniyê û di hola politburoya Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê de, bi serpereştiya cîgirê yekem yê sekreterê giştî yêYekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê Heval Kosret Resûl Elî politburoya Yekîtî li hev civiya û rewşa siyasî nirxand.
Di civînê de, politburoya Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê, derbarê baştirbûna rewşa tenduristiya serok Mam Celal de, kêfxweşiya xwe anî ziman. Her weha li ser rewşa siyasî ya Êraq û li Herêma Kurdistanê û pêşhat û pêşketinên ku tên kirin, û hemû endamên wê civînê li ser rastiya siyaseta ku sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê di hemû aliyand darijtiye, pabendin û wê li gorî wê bixebitin.
Di civîna politburoyê de, li ser amadebaşiyên ku ji bo lidarxistina civîna serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê  ku wê di 20-5-2013`an li bajarê Hewlêrê birêve biçe jî hate rawestandin.
Di derbarê ecnîdeyên wê civîna serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê de, peyvdarê fermî yê politburoya Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê heval Azad Cundiyanî ragihand ku wê di civîna serkirdeyetiyîê de, rewşa siyasî ya Êraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî û mijara hundir yê Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê wê bête gotûbêjkirin û nirxandin.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket