Malikî: Divê tawanên Enfal û Helebçê bikevin bernameya xwendinê

kurdistani 03:59 PM - 2013-05-16
Malikî: Bila tawanên Enfalê û Helebçê bikevin bernameya xwendinê

Malikî: Bila tawanên Enfalê û Helebçê bikevin bernameya xwendinê

Serokê encûmena wezîran a Êraqê Nurî Malikî, li hember nebûna yasayekê bo tawanbarkirina partiya Be`sê ya jinavçûyî, encûmena nûneran ya Êraqê bi berpirsyar dizanê .
Malikî got: Dadgeha Êraqê kêm xembû li destgîrkirina ew kesên ku gelê Kurd bi çekên kîmyawî kuştiye û enfal kiriye.
Di kongireya giştî ya gorên bi kom de Nurî Malikî ragihand: Heya niha hejmarek ji wan tawanbarên nehatine ceza kirin ku tawan derheqê kurdan de encampdane.
Her weha Nurî Malikî, ji wezareta perwerdryê û xwendina bilind xwest ku tawanên Helebçe û Enfalê û komkujiyan li dibîstanan  bixin bernameyên xwendinê jib o ku ji xwendkaran re bê diyar kirin ku rêjîma faşî bi çi awayî tawan kirine.
Ji aliyekî din ve serokwezîrê Êraqê rexne kir ku tawanên partiya Be`sê bi awayekî hêdî hêdî digere.
Malikî ragihand: Tawan ji sêdaredana li qadên Tehrîrê , ta gihêşte pêxistina şer li dijî gel û heya kîmyabarankirina Kurdan berdewam bûye û ji zulma wan tawanan pêrîşan bibûn.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket