Xebat û Şahiyên pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî li Rojavayê
kurdistani 08:27 PM - 2013-05-15
Xebat û Şahiyên pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî li Rojavayê
Li GIRKÊ LEGÊ şahiyên cejna zimanê zikmakî mya Kurdî
– Şahiyên Roja Zimanê Kurd didomin. Bi vê mebestê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi boneya 15’ê Gulanê roja Zimanê Kurdî şahiyek li bajarokê Rimêlan lidar xist. Di şahiyê de 200 bawernameyên zimên hatin belavkirin.
Li navenda Çand û Hunerê a Bajarokê Rimêlan SZK’ê şahiyek bi munasebeta roja Zimanê Kurdî bi beşdariya sedan kesên ji pêkhateyên herêmê lidar xist. Di şahiyê de 200 bawername li şagirtan hatin belavkirin û 85 mamosteyên ku dev ji dibistanên xwe bernedan û di dibistanan perwerdê domandin ji aliyê mamosteyên Ziman Kurdî yên kampa pevaberan a Şehîd Rustem hatibûn, pêşkêş kirin mamosteyên hatin xeltkirin.
Şahî bi rêzgirtin ji bo pawrewanên nemir destpê kir. Di şahiyê de daxuyaniya Saziya Zimanê Kurdî ya derbarê 15’ê Gulanê de hate xwendin. Endamê perwerdeya Zimanê Kurdî ya PDPKS’ê Amir Silêman axivî û bal kişand ser rola Zimanê Kurdî di nava civaka Kurde ku bi salana li ser destê rêjîmên desthiladar dihate qedexekirin.
Li ser nave Yekîtiya Xiristaniyên Rêmelan Sûad Yeşoi diyariyek diyarî SZK’ê kir û spasiya mamosteyên Zimanê Kurdî kir.
Di şahiyê de helbestvanê Ferhadê Merdê helbestên xwe pêşkêş kirin. Komên Serhildan, Cûdî û koma Ciwanan stranên xwe pêşkêş kirin. Peşdaran xelekên govendê gerandin. Her wiha koma Serhildan şano li ser Zimanê Kurdî pêşkêş kirin.
Di dawiya şahiyê de xelat li mamosteyan hatin belav kirin û 200 bawername li xwendekaran hate belavkirin. Şahî bi stran û govendê bi dawî bû.
Li Efrînê 800 mamosteyên zimanê Kurdî hatine amadekirin
EFRÎN – Li herêma Efrînê hejmara mamosteyan 800 derbas kir û endamê Rêvebiriya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Mihemed Elo bi kurtasî rewşa perwerdeya zimanê Kurd li bajarê Efrînê û navçeyên wê nirxand.
Gelê Kurd ku xwestiye wekî hemû gelên cihanê xwedî zimanekî fermî be, di pêvajoya dîroka xwe de hewldaye ku zimamê xwe yê dayikê li hember siyasetên tunekirin û çewisandinê yên rejîmên desthilatdar biparêze.
Li Rojavayên Kurdistanê û ji destpêka şoreşê ve, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) erka parastin û pêşxistina zimanê Kurdî hildaye ser milê xwe. Ji bo ravekirina kar xebatên SZK'ê ajansa HAWAR'ê bi endamê rêvebiriya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya herêma Efrînê Mihemed Elo re hevdîtin pêk anî. Elo, di derbarê xebatên Saziyê de diyar kir ku Saziya wan piştî konferana xwe li darxist li seranserê herêma Erînê dest bi xebatên perwerdeya zimanê Kurdî û amadekirina mamosteyan kir.
Elo wiha dewam kir: "Dibistana yekemîn li Rojavayê Kurdistanê li gundê Diraqliya ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê hate vekirin, piştre me 20 dibistanên din jî li seranserî herêmê vekirin."
Elo diyar kir ku piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê, wan di 33 dibistanên fermî de dest bi perwerdeya zimanê Kurdî kir û di demeke kin de SZK’ê karîbû ji bo hemû astan di 320 dibistanên fermî yê herêma Efrînê de perwedeya zimanê Kurdî berdewam bike.
Elo, her wiha eşkere kir ku Saziya wan heta roja îro li 2566 şagirtên zimanê kurdî bawername belav kirine û 800 mamostejî ku 600 ji wan jin in ji bo perwedeya Dîrok, Erdnîgarî, Dîroka jinê û Toreya Kurdî, amade kirine
Elo, di dawiyê de wiha got: "Li herêma Efrînê 8 navendên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hatine avakirin, em amadekariyên vekirina Akademiya Zimanê Kurdî dikin, niha li ser sê astan nêzî 1000 şagirtî perwerdeya zimanê Kurdî berdewam dikin."
PUKmedia. ANHA
hewal ziyatr
-
Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine
03:28 PM - 2026-06-09 -
Helîkopreke Amerîkî li nêzîkî tengava Hormizê kete xwarê
11:08 AM - 2026-06-09 -
Nirxê petrolê dadikeve
09:44 AM - 2026-06-09 -
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
10:13 PM - 2026-06-08
zêdetir tamaşe bike
Trump: Îsraîl dê careke din bi Îranê re şer neke
09:10 AM - 2026-06-09
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
08:35 PM - 2026-06-08
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
03:35 PM - 2026-06-08
Hevserokê PYDyê Xerîb Hiso: Em piştgiriya peyama Birêz Bafil Talebanî dikin
01:44 PM - 2026-06-08
zortrin xwendraw
-
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
Kurdistan 10:13 PM - 2026-06-08 -
Silêmanî li Foruma Delfî siyaset û aborî gotûbêj kir
Rêportaj 03:24 PM - 2026-06-08 -
Hevserokê PYDyê Xerîb Hiso: Em piştgiriya peyama Birêz Bafil Talebanî dikin
Kurdistan 01:44 PM - 2026-06-08 -
Cîgirê Serokê Herêmê pêşwazî li Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtaniya kir
Kurdistan 05:09 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
Kurdistan 08:35 PM - 2026-06-08 -
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
Kurdistan 03:35 PM - 2026-06-08 -
Peyamên Serok Bafil û Qubad Talebanî ji bo koça dawiya Helkewt Ezîz
Kurdistan 04:46 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: YNK di asta navneteweyî de pêgehek bihêz heye
YNK 06:28 PM - 2026-06-08


.png)



Aplîkêşin

