Dîktetorê berê ya Giwatîmalayê bi tewanên cînosaydê hate tewanbarkirin

kurdistani 01:53 PM - 2013-05-11
dîktetorê Giwatîmala dema dadgehê de ye

dîktetorê Giwatîmala dema dadgehê de ye

Dîktetorê berê ya ku li welatê Giwatîmalayê deshilatdar bo Xosyê Êvrên Riyos Mont, ji aliyê dadgehê ve ji tewanên cînosaydê (komkujiyê ) ve û sûcên dijî mirovahiyê hate tewanbarkirin, dema ku li Giwatîmala yê  şerê navxweyî a ku 39 sala ajot li darketi bû.
Ev yekem cara serokê dewletekê li welatê xwe,  bi tewanên komkujiyê tête tewanbarkirin û dadgeh kirin.
Riyos Mont a ku niha 86 saliye, sala 1982 de bi derbeyeke leşkerî hate ser deshilatdariyê, ew bi pêk anîna komkujiyê li dijî gundiyên ku welatiyê asîl ê Giwatîmalayênê tête tewan barkirin her wiha bi pêkanîna polîtîkaya Ereda şewîtî jî tê tewan bar kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Dîktetorê berê yê Giwatîlayê ji sala 1982 ta 1983 li ser desthilatdariyê ma,  û bi derbeyeke din ku li dijî wî ji aliyê wezîrê berevaniya wî ve pêk hat,  ew ji desthilatdariyê hate dûrxistin.
Êvrên di 2003 de xwe weku namzet pêşkêşî hilbijartinên serokkomariyê kir, lê ew bi ser neket û li beremberî Eniya Gel  a Giwatîmalayê têk çû, lê dîsa ew di 2007 de weku endamekî kongirêsê vegeriya jiyan siyasî, ev yekê rê da ku ew li beramberî daweyî dadgehê û tewanên kumkujiyê de, xwediyê mafê destnedana perlemanî be.
PUKmedia / ajans /

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket