Firokê bê firokvan ji bo paqişkirina zeviyên mînkirî

kurdistani 07:10 PM - 2013-05-09
Firokê bê firokvan jibo paqişkirina zeviyên mînkirî

Firokê bê firokvan jibo paqişkirina zeviyên mînkirî

Dazgeha karûbarê mîn di gacekî nû de bi frokeya bê mirov zeviyên mînkirî destnîşan dike û keşf dike.
Di merasîmekê de bi amadebûna hejmarek berpirsên dazgehên mîn li Kurdistanê li gundê Şêroka li qeza Mêrgesorê, firioka bê mirov hate ceribandin.
Serokê dazgeha giştî yê karûbarê mîn Sîrac Barzanî ragihand ku: “Yek ji pirsgirêkan nebûna nexşeya navçeyên mînkirî bû, ew firok bi sîstema GPS kar dike û wêneyên 3D digre, gelek hêsankarî bo destnîşankirina wêneyêkî rasteqîne yê navçeyê û proseyê jî bi lez dike û di demek kurt de qonaxa mîn rakirinê jî dike, eve jî gavekî giringe û navendekî navdewletî ya siwîsrayê hevkariya me kiriye bo anîna wê firokê , her weha destpêkê jî wek tecrube me bikar aniye û eger sûda xwe hebû wê hikûmet biryara dabînkirina firokê bide.”
Serokê dazgeha giştî yê karûbarê mîn ragihand ku li dawiya raperînê 38 milyon metir çarkoşe zevî li mîn hatine paqişkirin û li du salên bê de 16 milyon metir zevî dê ji mînan bê paqiş kirin û heya niha jî 1007 kêlgeh li Duhokê û Hewlêrê hatine paqişkirin.

PUKmedia/Îsmaîl Şemzînî - Mêrgesor

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket