Berhem Salih: Bihara Kurdî liber derî ye
kurdistani 04:40 PM - 2013-04-25
Berhem Salih: Bihara kurdî liber derî ye
Rojnameya Radîkalê a tirkî bi pênûsa rojnamevan Sevîl Kûçûk kuşum nûçeyekê bi navnîşana “Bihara Kurd liber derî ye” belavkiriye û dinivîse: “Berhem Salih: Behara Kurd liber derî ye. Lê belê pêwîst nake ku dewleta Tirkiyê bi tirs be. Ziman û nasnameya Kurdî bo Tirkyiê ne hereşeye beelku serwete.”
Di dirêjahiya nivîsê de hatiye, “sendîkeya rojnamevanan rêxistina handana mêyêne li Silêmaniyê platform mîdyekaran birê xist, jinên rojnamevan yên Kurd û Tirk ku di platform de amadebûn bi xwarinekê êvarê li gel cîgirê serokê Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê Dr. Berhem Salih civiyan, di wê civînê de Dr. Berhem Salih got: Bihara Kurdî liber dergehê ye. Êdî dem jib o meye, lê belê pêwîst nake ku dewleta tirkiyê bi tirs be. Ziman , nasname û mafên Kurd li Tirkiyê ne hereşeye, berovajî wê zengînbûne û serwete.”
Berhem Salih amaje bi wê yekê jî da ku gelê Kurd jib o ku PKK`ê hêzên xwe paşve bikşîne tişta ji dest bê dê bike qisûriyê naxêkê.
Dr. Berhem Salih da zanîn ku her çende eve meseleyek di navbera PKK`ê û Tirkiyê de ye lê belê di heman demê de bi qasî wê jî jibo seqamgîriya li bakûrê êraqê giringiya xwe heye.
Berhem Salih cext kiriye ku berya 10 sala0n serokên Tirkiyê, herêma kurdistanê bo asayîşa neteweyî ya xwe hereşeyekî mezin didîtin, lê niha bûye hevpemanê herî nêzîk yê Tirkiyê û got: Ez weku Kurdek dema ez serdana Stenbolê û Enqerê dikim yan dema welatiyên me serdana Izmîr û Entaliyayê dikin, rûbirûyê keltor, aborî û azadiya rojnamegeriyê dibin û gelekî baş dibînin. Em jî vê pirsyarê dikin, “Çima ev tişt li vir jî nebin?.” Em dikarin bihevra gelek tiştan bikin, netewperestî me parçe dike. Ez Kurdim ez dika0rin şanaziyê bi Kurdbûna xwe bikim, hûn jî Tirkin, hûn jî dikarin bi heman şêwe şanaziyê bi nasnameya 0xwe bikin. Lê di encamê de êş û azara me hemûyan yeke. Pêwîst nake em xwe di nava bazina şer de girê bidin.
“Ev qonax derfetekî dîrokî ye”
Salih ku piştevaniya qonaxê dike got: “ew karê demokrasiyane û qonaxa aştiyê ku serokwezîr Erdogan li gel serokê kurdên Tirkiyê destpêkiriye derfetekî dîrokî ye. Sedsala bîstem vala vala çû, lê belê dive sedsala 21`em cudatir be. Dive piştevanî li Erdogan û serokê Kurdên Tirkiyê bê kirin.”
Dr. Berhem Salih ragihand û got: Herêma Kurdistanê weku hevbeşekî aborî ya Tirkiyêye dikare di vê qonaxa werçerxanê de karîgeriyek gelekî mezin bo lezkirina vê rewşê bilîze.
Di bersivdana pirsa Kurdistan çawa dikare bikeve nava qonaxa aştiyê ?, Berhem Salih got: “Em amadene he0r awayekî hevkariyê pêşkêş bikin. Em dikarin pêkve bo berjewwendiya hemû aliyekî kar bikin. Hikûmeta Tirkiyê û serokê kurdên Tirkiyê dîtina Kurdên Êraqê liber çav digrin, dive ev kêşeye bi rêya aştiyane bê çareser kirin. Dirêjbûna vê qonaxê bo Kurd û tirkan baş nîne.”
Berhem salih teqez kir ku li tirkiyê nasnameya Kurd nasakirin demokrasyê pêve dibe.
Li sedsala 21`em de Kurd li ser şanoyêye
Dr. Berhem Salih ragihand ku kurdên Êraqê li hebûna grûpên tundrew yên li Sûriyê nîgerane û got: “Terorîzim sînorê Sûriyê derbas dike û li Tirkiyê, Libnanê û hemû navçeyê belav dike. Dibê Êran,Tirkiyê,Emerîka û Rûsya bicivin û bi zûtirîn dem bi rêçareyekê bibînin.”
Salih ev yek jî dubare kir ku pirsa Kurdên Sûriyê beşeke herî girîng ya qonaxa guhastina vî welatî ye ku niha birêve ye. Her weha Dr. Berhem Salih cext kiriye ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) yekike li pêkhateya herî giring ya Sûriyêye û got: “Sedsala bîstem bo Kurd wateyekî jiyanî bexşiye. Lê belê li sedsala 21`em de em li ser şanoyê dibin.”
PUKmedia/Rojnameya Radîkal
hewal ziyatr
-
Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine
03:28 PM - 2026-06-09 -
Helîkopreke Amerîkî li nêzîkî tengava Hormizê kete xwarê
11:08 AM - 2026-06-09 -
Nirxê petrolê dadikeve
09:44 AM - 2026-06-09 -
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
10:13 PM - 2026-06-08
zêdetir tamaşe bike
Trump: Îsraîl dê careke din bi Îranê re şer neke
09:10 AM - 2026-06-09
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
08:35 PM - 2026-06-08
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
03:35 PM - 2026-06-08
Hevserokê PYDyê Xerîb Hiso: Em piştgiriya peyama Birêz Bafil Talebanî dikin
01:44 PM - 2026-06-08
zortrin xwendraw
-
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
Kurdistan 10:13 PM - 2026-06-08 -
Silêmanî li Foruma Delfî siyaset û aborî gotûbêj kir
Rêportaj 03:24 PM - 2026-06-08 -
Hevserokê PYDyê Xerîb Hiso: Em piştgiriya peyama Birêz Bafil Talebanî dikin
Kurdistan 01:44 PM - 2026-06-08 -
Cîgirê Serokê Herêmê pêşwazî li Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtaniya kir
Kurdistan 05:09 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
Kurdistan 08:35 PM - 2026-06-08 -
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
Kurdistan 03:35 PM - 2026-06-08 -
Peyamên Serok Bafil û Qubad Talebanî ji bo koça dawiya Helkewt Ezîz
Kurdistan 04:46 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: YNK di asta navneteweyî de pêgehek bihêz heye
YNK 06:28 PM - 2026-06-08


.png)



Aplîkêşin

