Xelîl Kalo: Guman heye Sûriye weke Afganistan û Somalê bibe
kurdistani 07:21 PM - 2013-04-07
piştî zêdebûna hêza PYD li herêmên kurdan
Xelîl Kalo: Ti carî miletek nikare maf û hebûna xwe misoger bike û biçesipîne bê yekîtya siyasî û civakî
-Guman heye Sûriye weke Afganistan û Somalê bibe.
- Lê vê dawiyê YPG ne xwest ku mîlîşiyat ser erdê belavbibin, ev biryara ku nehêlê çek di destê herkesî de bin. Heta radeyekê ev tişt raste bi gumana min.
- Ew yekîtiya ku avabûyî ji 4 partiyan, ew li hemberî bizav û desthelatiya PYD`ê hate sazkirin.
- Nakokiyên wan, ne li ser mafê gelê kurd û şêweyên xebatê ne. Tenê ji bo sûd û berjewendiyên kesyatî û partîtîiyê ne.
- Lê vê dawiyê YPG ne xwest ku mîlîşiyat ser erdê belavbibin, ev biryara ku nehêlê çek di destê herkesî de bin. Heta radeyekê ev tişt raste bi gumana min.
- Desteya Bilind a Kurdî dibe li xwe vegerin û kêmasiyên xwe rakin. Baweriyê bi hevdû bînin. Kar û xebata xwe ji bo sûd û berjewendiyên kurdan pêkbînin.
--------------------
Ji bo naskirina rewşa Sûriyê û taybet yê Rojavayê Kurdistanê malpera me çend pirsyarên girîng û pêwîst arasteya rexneger û çaqvdêrê siyasî yê Rojavayê Kurdistanê rêzdar Xelîl Kalo kir taku xwendevanên PUKmedia`yê bikaribin ji nêz ve rewşa Rojavayê bişopçnin. Her weha nivîskar Xelîl Kalo yek ji wan kesayetiyên bê alî û serbixwe ye, di navçeya Cezîrê û hinek deverên din yên Rojavayê Kurdistanê dest bi ger û lêkolînan dike û rewşa giştî dişopîne. Ji ber wê mijarê, me xwest em bi riya arastekirina pirsyarên pêwîst hevdîtinekê bi rêzdar Kalo re bikin.
Ev e navreoka hevpeyvîna me bi rêzdar Kalo re;
PUKmedia: Hêvîdarin ku hûn ji me re rewşa dawî ya Sûriye bi giştî şirove bikin.?
Xelîl Kalo: Rewşa niha ku sûrî têde di bihûrê, rewşeke zor aloz û hilgirtye ji hemû hêlan ve, siyasî, abûrî û civakî. ji bîlî şer û cenga ku welat roj bi roj weran dibê bê, gelê Sûrî mişext û derbider û aware dibe û ber welatê xerîbiyê ve direvê ji mirin û birçîbûnê û rewşa ewlekarî. ku heta niha di asoya berçav de tu şare ser nexuyaye. Ne ser astê navxweyî û ser astê navnetewî û civata Miletên Yekbûyî. Tê xuya kirin ku ev rewş wê bi salan berdewam bike. Û roj bi roj rewş wê ber bi aloziya mezhebî û olî ve biçê .goman heye ku weke Afganistan û Somalê ev rewşa xerab wê dewam bike.
PUKmedia: Gelo hûn destêwerdanên Qeter û Tirkiye û Siûdiyayê bo nav karûbarên opozisyona Sûrî çawa dibînin..?
Xelîl Kalo: Her yek ji van dewletan yan jî hikûmetan sûd û berjewenddiyên xwe hene û bi şêweyekî cuda, lê heme bi tifaqin ser tiştekî ku bandor û kartêkirin mezhebê şî`ayî ji derdorê xwe dûrkin. ji ev dewlet ji nava xwede û heta radeyeke baş şîneyê wan ji vê mezhebî û rîjîma ayatullahan li Êranî li pey vê dozê ye. Û destê rêjîma Êranê dirêjbû piştê heweşandina rêjîma basa yê Sedam li Bexdayê. Niha Si`ûdî Erabistan û Qeter divê çarçovê de dixebitin di gel Êxwan Elmuslêmîn û bi wan re Erdoxan jî heye. Bila ti kes ne fikirê ku alîkariyan van dewletan ji bo azadiya gelê Sûriye ye. Na ...!!
PUKmedia: Hûn wek çavdêrekî siyasî û rexnegerekî siyasî li Rojavayê Kurdistanê rewşa tevgera Kurdî li Rojavayê çawa dinirxînin..?
Xelîl Kalo: Rewşa tevgera siyasiya kurd bi giştî ne sazkare û parçeye. Hîna tevgera giştî bi rengê partîtî û layane di xebitin. Di gel ku çend sazîyên bi navê kurdewarî hatine avakirin. weke Desteya Bilind a Kurd û herdû encûmanên kurdî. Lê heme piştî vekişandina dam û dezgehên ewlekariaya rêjîma baes ji hin bajar û navçeyên kurdan, rewşa ewlekariya welatiya başe. Bi taybet piştî destdanîne hêzên YPG`ê desthilatiya xwe li wan deverên di gel ku hin nakûkî ji hene, lê heme tê qebûlkirin li gorî rewş giştî ya ku welat têre derbas dibe.
PUKmedia: Gelo rola herdu encûmenan di pêşvebirina siyaseta Kurdî de çawaye û ew Karên ku rewşa niha li wir wê ber bi ku ve biçe..?
Xelîl Kalo: Her encûmenekê bi serê xwe dixebitê. Her yek xwe cuda dibînê ji ê dîtir. Û her yek xwedî dost û alîgirin xwe dibînê berpirsyarê gelê kurd û berjewendiyên wî. Lê ev tişt ser erdê ne raste. Ji ber herdû encûmen bi tenha xwe nikarin vê qonaxê ber bi serkeftinê ve bibin. Û niha Encûmena Niştimaniya Kurdî ber aloziyeke mezin ve diçê û nakokiyên mezin di nava refê wê de peydabûne û ne tu karê ber bişav û binişa nakê . Li aliyê din Encûmana Rojavayê Kurdistan, hin karan dikê lê heta niha nikariya xwe ji çanda partîtiyê rizgar bike. Ew di rojên werê de, wê bixitimê. Eger xwe ji wan qaliban dernexe û di gel Encûmana Kurdî hevpar karneke. ji ber kar û xebata gelan bi kome, ne tekaneye.
PUKmedia: Desteya Bilind dikare rola hikûmeteke demî ji bo Rojavayê bibîne..?
Xelîl Kalo: Erê …Dema ku hemû endamên wê xwedî biryar û berpirsyar bin. Û dev teşqelên xwe li hemberî hev ber din.
PUKmedia: Ew nakokiyên ku di navbera Yekîtiya Siyasî û hinek ji partiyên din yên di ENKS’ê û Encûmena Gel de li ser çi bingehê ne..?
Xelîl Kalo: Nakokiyên wan, ne li ser mafê gelê kurd û şêweyên xebatê ne. Tenê ji bo sûd û berjewendiyên kesyatî û partîtîiyê ne. Heta ku car ne ew babetên netewî bihanejî bin ji rayeya giştiya gelê kurd. Ew meclis ya serî û axatiyêye. ji ber meseleyên şexsî û berjewendiyan li hev nakin. Weke carna kurd di bêjin: Du serî di beroşekê de nakelin. Lê çawa 15 serî wê di birûşekê de bikelin.?
PUKmedia: Gelo gelek kes dipirse ku hîn ENKS’ê ti berhem nedaye gel, Yekîtiya Siyasî ji 4 partiyên ENKS’ê hat avakirin wê encamp çibe û gelo ew ne parçebûna kirdarî ya ENKS’ê ye…?
Xelîl Kalo: Bi gumana min, Ew yekîtiya ku avabûyî ji 4 partiyan, ew li hemberî bizav û desthelatiya PYD`ê hate sazkirin, li Kurdistana Başûr û kelpîçê wê lê hatine birîn û li Qamişlo hate avakirin. Lê heta roja îro ti encamên baş jê derneketine. Eger kurd di riya bijartiyên xwe yekîtiyeke siyasî weke ku rewş, qonax û pêvajo dixwaze. Wê paşeroj ne baş be û gelek nexweşiyên navxweyî wê bêne rûdan.
PUKmedia: Di vê dema dawiyê de, hinek kes li ser rûpelên Facebookê bi cûyîn(xeberên ne baş) û gotinên dûr li axlaqa Kurdeyetî û siyasî ji aliyên din yê Kurdî re dibêjin û ew kes jî bi aşkire alîgirên partiyên Yekîtiya Siyasî ne, gelo serkirdeyetiya Yekîtiya Siyasî çawa wê tiştî dipejirîne û bi nêrîna we ew ne ji lawaztiya siyasî ye…?
Xelîl Kalo: Na…. Ez bawer nakim. Lê heme civaka partiyên kurdan serberdayiye û bê seriye. Dibe ku ew ji vê rewşê tê.
PUKmedia: Ev bûyerên Efrînê û Amûdê çi jêderên xwe hene..? Gelo çi bandore xwe li ser meyadana siyasî ya Rojavayê Kurdistanê dike…?
Xelîl Kalo: Rewşeke normal û xwezayiye û eve destpêka encamên parçebûna siyaseta kurdî. ji ber her yek li ser erdê berjewendiyên xwe biparêze. Dema ku mala kurda û komcivata wan nebê, her kes wê xwe û hebûna partiyên xwe deynê ber çavên xwe û nakokî û aloziyên wisa wê derkevin. Ema ti têkiliyê berjewendiyên kurdewarî ji van rûdana nîne.
PUKmedia: Di destpêka şoreşa Sûriyê de, ew aliyên ku niha bi riya artêşa azad ketîbeyan avadikin, li gorî çavdêrên siyasî ku ew bi xwe gelek li dijî PYD’ê bûn taku PYD’ê karî çekdarî neke û niha jî em dibînin ku vê carê jî dibêjin PYD’ê rê nade me taku em ketîbeyên çekdarî ava bikin. Hûn di vê bare de çi dibêjin…?
Xelîl Kalo: Na .. Ne raste. Ew li ser erdêbûn weke PYD. Lê wan terefan ti kar û xebat di vî alî de nekirin û ne di bala wan de bûn karên leşkerî yan rajêtina çekan ji bo parastina gel û herêmên xwe ji tehlûkeyan. pîştî rahijtina PYD çekan û avakirina hêza YPG, ji nişkê ve wan terefan dît ku desthilat û hebûna wan ber tinebûnê ve diçe, xwestin hin tiştan bikin lê heme bi serneketin, ji ber ti niyeta wan nebû . Tenê piropagenda bû, û bihane bûn. Lê vê dawiyê YPG ne xwest ku mîlîşiyat ser erdê belavbibin, ev biryara ku nehêlê çek di destê herkesî de bin. Heta radeyekê ev tişt raste bi gumana min.
PUKmedia: Sedema şerê Serêkaniyê kî bû…? Çi bû..?
Xelîl Kalo: Sedema wî şerî, gumaneke mezin heye ku istixbaratên Tirk li pey wê bûn, di riya çeteyên wêre. Û dibe ku ji ber piştî zêdebûna hêza PYD li herêmên kurdan xwestin astengiyan ji kuradan re çêkin.
PUKmedia: Pêwîste Desteya Bilind ya Kurd ji vir û pê ve çi bike…?
Xelîl Kalo: Li xwe vegerin û kêmasiyên xwe rakin. Baweriyê bi hevdû bînin. Kar û xebata xwe ji bo sûd û berjewendiyên kurdan pêkbînin.
PUKmedia: Gotina we ya dawiyê ji gelê Rojavayê Kurdistanê û aliyên siyasî re..?
Xelîl Kalo: Ti carî miletek nikare maf û hebûna xwe misoger bike û biçesipîne bê yekîtya siyasî û civakî .
Hevpeyvîn: Hozan X. Efrînî
5.4.2013
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine
03:28 PM - 2026-06-09 -
Helîkopreke Amerîkî li nêzîkî tengava Hormizê kete xwarê
11:08 AM - 2026-06-09 -
Nirxê petrolê dadikeve
09:44 AM - 2026-06-09 -
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
10:13 PM - 2026-06-08
zêdetir tamaşe bike
Trump: Îsraîl dê careke din bi Îranê re şer neke
09:10 AM - 2026-06-09
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
08:35 PM - 2026-06-08
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
03:35 PM - 2026-06-08
Hevserokê PYDyê Xerîb Hiso: Em piştgiriya peyama Birêz Bafil Talebanî dikin
01:44 PM - 2026-06-08
zortrin xwendraw
-
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
Kurdistan 10:13 PM - 2026-06-08 -
Silêmanî li Foruma Delfî siyaset û aborî gotûbêj kir
Rêportaj 03:24 PM - 2026-06-08 -
Hevserokê PYDyê Xerîb Hiso: Em piştgiriya peyama Birêz Bafil Talebanî dikin
Kurdistan 01:44 PM - 2026-06-08 -
Cîgirê Serokê Herêmê pêşwazî li Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtaniya kir
Kurdistan 05:09 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
Kurdistan 08:35 PM - 2026-06-08 -
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
Kurdistan 03:35 PM - 2026-06-08 -
Peyamên Serok Bafil û Qubad Talebanî ji bo koça dawiya Helkewt Ezîz
Kurdistan 04:46 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: YNK di asta navneteweyî de pêgehek bihêz heye
YNK 06:28 PM - 2026-06-08


.png)



Aplîkêşin

