Opozisyona Sûrî welatiyekî Efrînî terorkirin

kurdistani 05:40 PM - 2018-05-22
Opozisyona Sûrî welatiyekî Efrînî terorkirin

Opozisyona Sûrî welatiyekî Efrînî terorkirin

Li bajarê Efrînê welatiyekî dikujin û kelûpelên mala wî ji xwe re dibin.

Di wê barê de, jêdereke nêzîk ji malbata nemir Mistefa Mihemed Şahîn ji PUKmedia`yê re ragihand ku; Îro serê sibê berbangê, li taxa Zêdiyê ya bajarê Efrînê, komên çekdar ên terorîst ser bi kowlisyona Sûrî welatiyekî Efrînî bi navê Mistefa Mihemed Şahîn teror kirin .

Jêderê dazanîn ku heya niha ne encûmena Entabê û ne jî Koalisyona Sûrî ku tê de ENKSê jî beşdare, tiştek li ser rewşa Efrînê nabêjin û ew destêwerdanên ne rewa û terorîstî ku rojana li dijî welatiyên Efrênê pêktên bêdengiyeke mezin heye.

Hêjayî gotinê ye ku welatiyê ku hatiye terorkirin Mistefa Mihemed Şahîn ji gundê Avrazê ya Efrînê ye û li taxa Zêdiyê ya bajarê Efrînê nîştecihê û ti têkeliyên xwe ên siyasî jî bi ti aliyan re tune bûne.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket