Zuhêr Hesîb Yekemîn Xelata HRRKê Ya Afirandinê Wergirt
kurdistani 07:50 PM - 2018-05-13Zuhêr Hesîb Yekemîn Xelata HRRKê Ya Afirandinê Wergirt
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)ê roja înê, li bajarê Qamişloyê, xelata xwe ya yekem a afrandinê ragihand.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ku guhdanê dide wêje, çand û hunera Kurdî xelata xwe ya salane ya afrandinê pêşkêşî şêwekarê Kurd yê navdar Zuhêr Hesîb kir.
Di presskonfirasekê de navê Şêwekar Zuhêr Hesîb ragihand, her wisa HRRK bal kişand ser ku di encama hevkarî û têkilîya di navbera HRRK bi karsazên kurd re, bi taybet yên li Ewropayê, xelata aborî jî hat destnîşankirn.
Serokê HRRK Helbestvanê Kurdê yê navdar Ehemd Husyînî bal kişand ku armanca HRRK ew e geşepêdana rewşa rewşenbîrî ye.
Di berdewamîya axaftina xwe de birêz Huseyînî got ragihandina xelata HRRK ya Afirandinê gaveke giring e ber bi vê armancê ve.
Helbestvanê kurd Ehmed Huseyînî ji Dengê Amarîka re anî ziman ku ji ber şêwekar Zuhêr Hesîb yek ji keseyetên herî bi bandor bû di warê şêwekarîyê de hêjayîbû wergirtina vê Xelatê.
Hêjayî balkişandinê ye ku şêwekar Zuhêr Hesîb ne agehdar bû ji bijartina wî ji bo xelata HRRK.
Di peywendîya Dengê Amarîka bi birêz Hesîb re agahî nas kir û hestê xwe anî ziman.
Hêjayî gotinê ye ku HRRK ji 2004an ve li Ewropayê hat damezrandin. û kongirê xwe yê 5an 2017 li Qamişlo li dar xsit, ku tê de biryar dan ku navenda HRRK bû Qamişlo.
Û ji wê demê ve hejmarek mezin ji çalakîyan li dar dixe, û pêncemîn festîvala HRRK ya Çand û Hunera Kurdî li Kobanîyê berîya heftîyekê li dar xistibû. Zana Omer
PUKmedia-VOA
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25