Henan Osman ji PUKmedia`yê re axift

kurdistani 07:17 PM - 2018-05-06
Henan Osman namzeta kurd li Lubnanê

Henan Osman namzeta kurd li Lubnanê

Henan Osman ji PUKmedia`yê re axift û rexne li destêwerdanên ne rewa kir.

Namzeta Kurdê Libnanê ya hilbijartinên Lubnanê Henan Osman di daxuyaniyeke taybet de, ji PUKmedia`yê re ragihand ku di proseya dengdanê ya hilbijartinên Lubnanê de, destêwerdanên ne rast gelek pêk hatin.

Îro roja yekşemê, 6-5-2018`an, dest bi dengdana proseya hilbijartinan parlemana Lubnanê li tevahiya bajar û bajarokên Lubananê hat kirin ku ji 9 salan ve pêknehatibû.

Di wê barê de, Henan Osman namzeta kurd li Beyrûtê ku xwe li ser lîsteya Sûneyan namzet kiriye, ji PUKmedia`yê re ragihand ku niha proseya hilbijartinan hatiye rawestandin û em nikarin bi awayekî rastewxwe daxuyaniyên li wê barê bidin ji ragihandinan re.

Henan Osman di dirêjahiya daxuyaniya xwe ji PUKmedia`yê re got; Birêveçûna proseya karên hilbijartinan ne diyare ji ber ku gelek buyerên destêwerdanê pêkhatine û bi taybet ji aliyê kirîna dengan, bi awayekî pir berfereh pere hatine rijandin ji bo dengan bikirin û bi taybet dengên kurdan tako parlementerên wan ên serbixwe tune bin.

Her weha di axiftina xwe de, Osman aşkire kir ku hejmara kurdan li ser sindoqan başe û bihêze, lê mixabin, piraniya wan famîleyên nîşana şîn li ser heye li xwekirine û ev jî tê wê wateyê ku wê dengê xwe bidin bi Rewta pêşerojê, li vir gelêek destêwerdanên ne yasa û nerewa jî hene.

Hêjayî gotinê ye ku di van hilbijartinan de, nêzîkî 25 hezar kurd beşdar dibe ku wê dema dengdanê demjimêr 7 ê hêvarê bi dawî bibe. wê sibê û du sibê desng bêne vekirin û jimartin tako bi fermî bidin ragihandin.

werger; Hozan Efrînî

PUKmedia-Macêd Mistefa Hebîb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket