Tolhildana Erdoxên Dijî Aferîna Berxwedêr

kurdistani 07:15 PM - 2018-05-01
Nivîskar; Sêvdîn Arafat

Nivîskar; Sêvdîn Arafat

Ji dema ku şer beriya heft salan dest pêkir ji hingî ve Erdoxan bi hêsanî nêçirê dike û ji xwe re serzemîn û binzemîna  parçine ji xaka Sûrî û Rojava didize, bi rengekî gelek î qirêj û gemarî; bo nimûne bazirganiya wî ya navnetewî bi penaberîn sûrî, di bin gefa de ku derî li penaberan veke û berê wan bide Ewrûpayê bi milyaran dolar ji Ewrûpayê werdigre; peyman bi yekîtiya Ewrûpayê re emze kir di vê derbarê de.

Stratijiya Erdoxên di destpêke de hate xuyakirin; ew jî ew e ku nehêle Kurd li hemî parçeyên Kurdistanê mafê xwe yî dêmokratîk wergirin; ta niha jî dibêje Emerîka û Ewrûpayê dibêje we ji min an we ji Kurdan; erdoxan bi çi awayî bîna dêmokrasiyê jî li Rojavayê Kurdistanê napejirîne; dema wî serkeftinên Kurdan û dostên wan li Rojava dît hin bi hin dîn û har dibû, nemaze piştî rizgarkirina hemî xaka Rojavayê ji Cebhetul Nusra û Dayîşê, êdî ew weke gakî har filtî û ji çermê xwe derket dema ku wî bi çavê serê xwe dît bê çi li Kobanî, Rûkayê, Minbicê û û û çêbû; êdî wî dev ji gefan berda û rasterat êrîşî Rojava kir bi hemî hêza leşkerî û hêza Hemahengiya Niştimanî Sûrî tevî şeş hêzên leşkerî yên Enekesê li gor daxuyaniya Elîko bi Rûdawê re; wekî me hemiyan dît piştî berxwedaneke efsaneyî ya 2 mehan wî Aferîna Rengîn dagîr kir û alê dewleta tirkî lê hilda.

Aferîn berî dagîrkirinê bû bû weke dewletekê ji hemî rexan ve, xwendin xurû bi Kurdî bû ji pola yekem ta kutakirin Zankoyê, febrîkên Helebê bêtirên wan li herêma Aferînê hati bûna damezirandin; bi ser ku Aferîn bêtirî 5 saln dorpêçkirî bû, lê cihê her î baş bû li sûrî û Rojavayê, evî tiştî Erdoxan har dikir û berê wî dida tolhildana şikestina hevalbendê wî Cebhetul Nusra û Dayîşê.

Bê guman êrîşa weha dijwar dijî Aferînê ku rojekê zirar nigihan dibû sînorê Saykis-Pîko tê wateya pêlêkirina zagonên navneteweyî û zagonê NATO bi xwe ku Tirkî endam e di wê hevbendiyê de, tirkiya êrîşê nexweşxanan, nanpêjgehan, dibistanan û hemî dezgehên sivîl dikir û welatên cîhanê jî lê temaşe dikrin û alîkariya wî dikirin ji rexê leşkerî û moralî ve jî.

Bi seda vîdyo hene bê çawa leşkêrên Erdoxên û firokên wî yî leşkerî êrîşê şûnwarê dîrokî û kevin dikrin, şûnwarên bapîrên Kurdan Hûrî-Mîtanê yên ku berî 3 hezar sal li wira dijîn û bajarvaniyeke tekûz ava kiri bûn, li vira jî Yonisko bê deng ma dema ku Erdoxên Perestgeha Eyn Dara rûxand, wek tê zanîn li wira gelek peykerê bi hezarê salan hebûn ji wanan: Xudayê Hiştar, şêrên ji kêvir, lawirên bi per û gelek tiştên dinê di nav wan de jî Mizgeft û dêrên kevnare; ne tenê şûnwarên kevin lê belê yên nû jî wekî Peykerê Kawayê hesenker li Gorepana Azadiyê hatine rûxandin, armanc jî xuya ne hêrivandina şûnwarên Kurdan ên kevin û nû.

Ji bilî van karên qirêj bircên telîfonan hatine hêrivandin,; êrîş li ser jêderên avê hate kirin weke Bendava Meydankê û hemî lûlên avê yên bingehîn; ji bilî van Aramgehên Pakrewana hatine rûxandin; bi gotinekê hemî alavên jêderên jiyanê hatine sêdarkirin.

Aniha roj şev û bê rawestan dewleta tirk a dagîrker guhertina demografî li Aferînê pêk têne ereban û tirkan bi darê zorê li ser mal, xanî û zeviyê Ktrdan bi cî dike, bi hezraê malbatan ketine mal û xaniyên Aferîniyan û dest danîne li ser hemî tiştên wan, ji derziyê, ta bi mirîşkan û terektoran ta bi zeyt û ta zeviyên hejîr, hinar û zeytûna talan dikin; destdirêjkirina li ser jinan jî pêk hatiye û bi deh hezaran Aferînî niha di zindanê Erdoxên de ne û hemî rengên nemirovane di zindana de tînin serê wan, ji lêdanê bigre ta bi ser jêkirinê.

Aferîna min, bûka Rojavayê divê berxwedan ferhtir, geştir û bi hêztir bibe, divê zemîn di bin lingê dijmin de biheje, Pakrewanê Aferînê ku gihiştin 3000 – an, wê gelê Kurd çi caran we ji bîr neke û bide ser şopa we ji bo rizgarkirina Aferîna Rengîn ji destê dijminan; Aferîna birînar, bi ser birînan de tu li ber xwe didî, tu pola yî wekî çiyayê Kurmênc, Berxwedana te wê qet neraweste ta Roja Azadiyê.

Aferîna min wê kes nikari be gên û şûnwarên te biguherîne … ma wê bi ku de herin reh, xwîn, hestî û goştên lawên Êgir û Rojê … wê bi ku de herin serzemîn û binzemînên miştî bi nirxên Olên Şemsanî- Yezdanî – Mîtanî - Horî …. Wê bi ku de herin kîna bi sed hezarên penaberên Aferînê ku niha li kampan dijîn û dûr nakevin ji Aferînê ta roja vegerê û dîsan jiyana Azadiyê.

Li gor Erdoxên, (Şoreşa) sûrî gihişte armancên xwe Erdoxan jin û zarwên sîxur û pêzewengan dike hemwelatiyên tirk,; dest bi tunekirina Ezdahî û Elewiyan kiriye û dixwaze Aferînê sade û xuru bike tirk, ereb û Kurdên qenc li wî.

Aferîn wê bibe efrît ji Erdoxan û seyên wî re … Aferîn bi hezarê salan li ber xwe daye û wê bimîne dilê Horiyan.

Aferina min bûka Rojava tê nemîne di destê dijminên gemar î de, Aferîna min tu ne bê xwediyî;  Roja Azadiyê bi xwîna Pakrewanên te û peyrewên wan nêzîk dibe  …. Aferinê bi hêvî be, bi moral be bê guman wê Roj li me hile û pey re dê qet neçe ava.

Nivîskar; Sêvdîn Arafat – Elmanya – 01.05.2018 –ê Z.

Têbînî; Gotar girêdayî bîra nivîskar û PUKmedia tenê diweşîne.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket