Veger çareseriya parastina Efrînê ye

kurdistani 02:56 PM - 2018-04-21
Ev wêne ji hundir gundê Miskê jorîn e.

Ev wêne ji hundir gundê Miskê jorîn e.

Veger çareseriya Parastina Efrîn ê ye

Veger çareseriya Parastina Efrîn ê ye û xwedîderketine li resentiya demografîka wê û dîroka wê ye.

Vegera Efrînê û xwedîderketin li gundên xwe ango têkdana projeya şovenîste ya ku ji aliyê opozisyona nepak a Sûrî nasên riya ve dest pê kiriye ku dixwazin bi wê projepîlanên şovenîst û siyaseta guhertina dîmografîk li Efrînê pêk bînine.

Ji malbatên min ên nêzîk ku niha li wir mane, Meta min ya delal û pir nirxdar Emîne Mihemed Murşid û xalê Mistefa Hesen yê hêja, dayîka min Minîre Hesen Meyrikê ya delal, xalê min Edhem û Mihemed Elî ên pir hêja herweha Apê Hesen bavê Mihemed Elî û malbata xwe li Çobana û malbata Mihemed Elî (Edhemê Tislorê) û Osman bavê Rêzan li Şiyê, mala Hemo û Evdoyê Henan li Miskê û li gel hejmareke din ji mirovên nêzîk û ên navçeyê ku dikarîn bi vîna hêzdar û azad vegerin mala xwe û rê li ber nîştecîhkirina dûvdirêj û nasî riyan girtin û projeya guhertina dîmografîk jî lawaz bikin..

Hinek birader û dostên nêzk ji min pirsiyan ku gelo çira tu post û nivîsên xwe de, her tim amaje bi vegera xelkên Efrînê dikî, gelo tu razî dayîk û buira û malbata te û ên nêzîkî te li wir bin an jî vegerin, ji ber wê yekê, min navê hinek ji malbata xwe û xizmên nêzîkî xwe da nivîs tako were zanîn ku ez bi dirûşm û siloganan daxwaza vegera welêt nakim. Ez ji bo dîrokê wiha dibêjim û daxwaz dikim tako Efrîna min nekeve bin bandora Erebên Gota û Dumêr de û dîmografîka wê neye guhertin.

Ne veger ne dadweriye, vegera bê proje jî pir metiersî ye. Di vir de, bi taybet di vê qonaxê de dibe ku keç û lawên ciwan derbasî Efrînê nebin, ji ber ku ew lawê û keçkên ciwan wê ji aliyê nasî riyan ve bêne destdirêkirin û bikaranîn û wê bêne xapandin û wê tevlî rêzên komên xwe ên çekdar an jî karên be rêk bêne Kirin û wê li hemberî kurdan û rêjîm û hevdu jî bidin bi karanîn.

Vegera welêt bi serê xwe, xalek ji xalên Berxwedana bi rûmet ya li hemberî dagîrkirî û guhertina dîmografîk ya ku li hemberî axa Efrîn ê bi rêve diçe ye.
Vegera Efrîn ê rêgirtin li ber vejandina proje û ramyariya bi erebkirin û bi turkmankirina axa pak û bi rûmet ya Efrîn ê ye.
Lê di vê demê de, vegera ji bo wan kesên ku metirsî li ser wan kêmin û tu bihaneyên nasî riya û dagîrkeran li hemerî wan naye dîtin e.
Vegera welêt naye wateya xwe radestkirin û bê vînkirin ê. Bi berevajayî wê, veger jî Efrîn ê re , rengek ji rengên bersivdsnê ye, rengek ji rengên xwedî derketin li rastiya berxwedanê ye.

Heger yek were ji min re bibêje ku bi vegera welatiyên Efrînî, wê çekdarên nasî riya destdirêjiya ser namûsa jinên me bikin, wê demê, mirov bala xwe dide aliyên din ên Kurdistanê ku di bin destên neyar û dagîrkeran de ne. Bo nimûne 25 milyon Kurd li Bakurê Kurdistanê wek Efrîn ê, di bin dagîrkirina tirkan û nasê riyan de ne, her weha li Rojhilatê Kurdistanê jî , bi heman awayî bindestin. Wek gelek zana û serok û serwerên kurdan dibêjin; "Ax û welat namûsa herî nirxdarin." Ev gotin û nêrînên wan serok û zanayan tê wê wateyê ku; "Welat ango dayîk û dayîk ango namûs hemû girêdayî heve."

Di rastiyê de helwesteke cuda derdikeve holê, ew helwest bi yekcarî dûrin ji rastiyên ku gel û doza gellê me tê re derbas dibe ye, hinekî bi nav serkirdeyên ENKSê didin ragihandin ku li Efrînê guhertinên dîmografîk tune ye û bi bê berpirsiyartî berevaniyê li dagîrkeran û çeteyên bi wan re dikin û gotinên tevahiya xelkê Efrîn ê ku li ser ragihandinan didin xuyakirin ku binpêkirina mafên mirovan û mafên kurdan û mal û milkên welatiyên Efrînî tên kirin, hinek serkirdeyên ENKSê jî wan tevan bi derew derdixînin û hemuyan bi PYDê ve didin girêdan û didin masandin ango heman reftar û têgeha dagîrkeran li ser Efrîn ê birêve dibin û xwe dikin bi parêzerên dagîrkeran, lê bi reng û awayekî û perdeya kurdeyetiyê.

Ji bo rêgirtin li Projeya şovenîstan û kertûlxweran, pêwîste ku projeyeke vegerandinê ji aliyê Xweseriyê ve hebe tako proje û pîlanên ku ji bo guhertina dîmografîk bête binxistin û jinavbirin. Ji ber ku eger em li benda biryar û gerantiyên navneteweyî bin, wê demê, em nikarin ti hêviyan ji bo pêşeroja xelkên Efrînê ên ku niha li deverên dervayî Efrînê dijîn û bûne paneber.

Pêwîste mirov waneyan ji paneberên Filestîniyan wergirin, her weh ji paneberên Kampa Mexmûrê ya ku ji Şirnaxê ji ber fişarên artêşa Tirkiyê ji sala 1994`an ve koçber bûn û heya îro venegerîn û hemû zarokên wan bûn bi Êraqî û reng û dîmen û rastiya Şirnax û Botanê ji bîr kirin, her weha kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî ji salên 1982`an ve ji dest fişara artêşa Êranê koçberê Êraqê bûn û li Kampa Taş ya Remadiyêm nîştecîh bûn û pişt re jî vegeriyan deşta Şerezûrê û hemû bûne bi Êraqî û her nizanin ji kujan bajarî hatine û bi taybet zarokên ku li Êraqê jidayîk bûne.

Xweseriya Demokratîk dibêje, bila venegerin heya ku gerantiya navneteweyî bi dest dikeve, lê mixabin, her kes baş dizane ku di sazî û dezgehên navneteweyî de, ti gerantî ji bo mafên gelan û mirovan nemaye û herdem piştgirên aliyên zordarin û rewşa dawî ya li Efrînê weke nameyeke aşkire bû.

Ez dikarim ji ezmûnên xwe ji xwendevanên vê gotara xwe re bibêjim ku ez ji sala 2005`an ve, di warê rojnamgeriyê de kar dikim û bi femî endamê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê ya kara me û endamê Yekîtiya Rojnamegeriya Navnetewî (Journalist‎‏ ‏‎IFJ) min bi gelek aliyên siyasî û çandî û mirovî ên navneteweyî re da û stand, lê di rastiyê de, sed mixabin di rastiya kar û xebatên wan de, ji bilî dirûşm û bi dawîxistina babetan tune ye, ziman xweşin û mirovan bi ûmêd dikin û pir xwe şêrîn dikin, lê di warên kirdarî de, herdem sîtema rêvebiriya welatên xwe derbarê wan daxwazên te de li ber çavan digrin û eger welatê daxwazên te ji bo nerihetkirina dostên welatên wan be, ew wê demê, serê xwe bi te re dihejînin û lêv ken dibin, lê ti carî pêknayînin.

Her weha ji sala 2009`an ve ez bi fermî ketim nava kar û xebatên mafên mirovan û ez bi kaxeza fermî ya piştgiriya wezareta pîşezaiya karûbarên rêxistinên sivîl ya Kenadayê ku pêşkêşî wezareta pîlandananê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû kirin, ez bûm nûnerê û berpirsê Komeleya Kenedî-Kurdî ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê, dîsan min li gel Keneda û gelek saziyên din ên mafên mirovan hevdîtin û danûstandin pêkanîn, bi taybetî ji bo rewşa kurdên me ku piştî serhildana 12ê Adara 20004`an, lê mixabin, tiştekî kirdarî di holê de, nehate bidestxistin. Ji ber ku hemû saziyên ew welatane, di serî de, ewlehî û berjewendiyên welatên xwe bi bingeh digirin.

Ji ber wê yekê, ez bi xwe li gorî ezmûna kar û xebat û peywendî û danûstandinên min bi sazî û desgehên navneteweyî re, ez baweriyê bi sozên wan nakim û ew ti carî bi awayekî cedî fişarê naxin ser tirkan, eger bikirina, wê demê, ev ne rewşa Efrîn û Efrîniyan bû ye.

Wek tê zanîn ku wuşeya penaber yeke ji wuşeyên ku herî pir tên gotin di ragihandin û saziyên mirovî ên cîhanê de . Gotin û wuşeya paneber ji encama koçberiya milyonan mirovên ku maf û azadiya wan ji ber ceng û buyerên xwezayî û pîlanên dagîrkerî û şovenîstî ji siyasî neyartiyê derketiye û tê bi karanîn .

Îro jî li devera Şabayê bêhtir ji 250 hezar kurdên Efrînî li çol û baniyan koçber û paneber bûne û ti kes ji akliyên saziyên navneteweyî xwedî li wan dernakevin û heya niha wek paneberên din ên cîhanî jî najmêrin. Hemû kes û alî jî başm dizanin kun wan ji neçarî dev ji navçe û gundewarên xwe berdane û koçberê deverên dervayî Efrînê bûne .

Bi nêrîna min û li gorî lêkolînên min ên derbarê çarenivîsa paneber û koçberan û rastiya mafên mirovan û prastina wê de, wiha derdikeve holê ku ji bilî vegerê, ti çareseriyeke din naye dîtin û eger em bibêjin heye, wê demê, mirov dikare bibêje tişteke nûh û bê wêne hatiye holê tako ew rewş bi esanî bête guhertin.

Ji ber ku dagîrkirina Efrînê bi rêkeftineke herêmî û navneteweyî bû, azadkirina Efrînê jî, pêwîste her bi heman rêkeftin û biryarê be. Eger na, wê demê, em ji rastiya dûrdikevin û nikarin ti çarseriyê ji bo 250 hezar koçberêbn Efrînê peyda bikin û riya herî rast û guncaw eve; Vegera xelkê Efrînî ji gundwarên xwe re çareseriya parastina Efrîn û dîmografîk a wê ye.

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket