Tirkiyê Telefon û Av jî li ser Efrîn qut kirin

kurdistani 11:52 AM - 2018-03-08
Tirkiyê Telefon û Av jî li ser Efrîn qut kirin

Tirkiyê Telefon û Av jî li ser Efrîn qut kirin

Artêşa Tirk ya ku dixwaze Herêma Efrîn ê dagir bike Av û Kerebe li ser hemû Efrîn ê qut kir .Rawengeha Sûrê ya Mafên Mirovan tekez kir ku Kerebe ji Bendava Mêdankê ve qut bûye.

Rawengehê di heyama belavokê ku PUKmedia dişopan de ragihand ku rewşa welatiyên Efrîn ê gelek zehmete û di metirsîdariyê da`ye ji ber Artêşa Tirk û çeteyên wê hewildidin ku peywendiyên wan bi derve re qut bikin,xetên Telefor û Avê û hemû cihên Aborê ji êrîşên xwe re kirin armanc da ku niha welatî bê av û bê peywendî bi derveya Efrîn ê re mane.
Peyamnêra me ji Efrîn ê ji mere pişt rast kir ku Balefirên şer ti carî ji ser ezmana Herêm ê daneketiye bê navber navçe û gundan bombebaran dike û Şervanên me bi roj û şev bersive êrîşên bi çekên giran didin ,û da zanîn ku Şervan ti çek giran û ti çekên dijî ezmanê te niha bi dest nexistine her bi çekên xwe yê sivik berxwedan dikin û bi vîna herî mazin li dijî van êrîşnan diseknin.
Lê Peyamnêr da zanîn ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê yê DAÎŞê û artêşa Azad bi nêt sivîlan dike armanc ku bi sedan sivîl hatine kuştin û bi qeder wê jî birîndar bûne ,bêhtirî wan jin û zarok in.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket