Tunekirin û binkeftina Erdogan dê li Efrîn ê be

kurdistani 09:05 AM - 2018-02-03
Tunekirin û binkeftina Erdogan dê li Efrîn ê be

Tunekirin û binkeftina Erdogan dê li Efrîn ê be

Rojnamevan Zana Umar diyar kir ku Erdogan siyastên xwe yên binkeftî li ser Efrînê bi riya ragihandinê vedişêre û got “Binkeftina dawî ya Erdogan wê li Efrînê be û israra gel a dewamkirina xeta berxwedanê wê helwesta navdewletî biguhere.”

Rojnamavan Zana Umar derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Efrînê û Berxwedana Serdemê de daxuya kirin ku, dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser herêma Efrînê de yek gav ne avêtiye û binkeftina bi riya çapemeniyê vedişêre. Umer got ” Serokomarê Dewleta Tirk Erdogan di 20‘ê Çileyê  de li bajare  Tirkiyê Kutahya di kongreya 6`êmîn de got ku ew ê Efrînê di nava hefteyekê de tar û mar bikin û operasyona dagirkeriyê fiîlî da destpêkirin. 10  roj li ser êrîşan derbas bû, lê heta niha yek gav ne avêtiye. Di malperên xwe de jî tenê ew dîmenên xeta sînor û dîwarên wê têne weşandin. Ev jî wê yekê eşkere dike ku heta niha derbasî Efrînê nebûyê. Rojnamevên Sînor Nenas di raporeke xwe de ne rastiya nûçeyên çapemeniya ser bi dewleta Tirkiyê ve eşkere kir. Em dikarin bêjin ku dewleta Tirk di ragihandina xwe de şerkeke taybet dimeşîne. Ev yek encamên binkeftina siyasetên Erdogan derdixe holê.”

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket