Hunermend Zekeriya Dawûd ji PUKmedia`yê re dipeyve

kurdistani 02:17 PM - 2018-01-10
Malbata Zekeriya Dawûd tev hunermendin

Malbata Zekeriya Dawûd tev hunermendin

PUKmedia, hevpeyvîneke taybet li gel huunermend Zekeriya Dawûd weşand.

PUKmedia`
yê di barê kar û xebatên hunerî yê hunermend Zekeriya Dawud, hevpeyvîneke taybet saz kir û îro jî weşand.
Zekeriya Dawûd ku bi navê Zekeriya Efrîn tê naskirin, bersivên PUKmedia`Yê bi awayekî sade û babetî da ye, em bi hêvî ne ku xwendevan û şopênerên PUKmedia`yê, bi hûrî hevpeyvînê bişopînin û bixwînin.

PUKmedia`yê bi erk dizane ku derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û aliyên hunerî û siyasî û civakî, dest bi hevpeyvînên taybet bike, tako ji nêzîk ve, hunermend û siyasetvan û civaknas û dîroknasan bişopîne û kar û xebatên ku birêve diçin, li ber çavan re derbas bikin.

Ev jî naveroka hevpeyvîna PUKmedia`yê li gel Zekeriya Efrîn e...


PUKmedia; Gelo we ji kînga ve dest bi vê karê hunerî kiriye..?

Zekeriya Dawûd; Ez di serî de, bi dilekî têr hest û hêvî spasiya PUKmedia`yê û bi taybetî rewşenbîrê Kurd yê hêja Hozan Efrînî dikim ku ev derfeta dîrokî ji min û malbata min re veqetandin û ez pê şanaz im.
Ez di sala 1973 li bajarê Efrînê ji dayîk bûm e, her sê astên xwendinê min, li navenda bajêr bi dawî kir û pişt re jê, derbasî peymangeha mûzîkê bûm. Belê mamoste Hozan, ev bû demeke dirêje ez li ser xebatê hunerê dixebit im, bi teybey di despêka salên nûdî de (90) bi beşdariya min di nava gelek kom û komikên çand û hunerê cih girtiye .
Min gelek caran mamostetî ji koman re kiriye û bi rêvebiriye bi taybet di nava tevgera Azadiyê de li başûr û bakur û rojhilat û rojavayê welêt.

PUKmedia: Gelo hûn bi awayekî guhbîsî fêrî mûzîkê bûn an bi nota û bi riya dibistan an paymengehên mûzîkê fêr bûne..?

Zekeriya Dawûd; Di dest pêkê de, bê guman, hemû karê me guhbihîsî bû. Ji ber ku, em ne di wê kûr bûnê de bûn, lê pişt re ez gihîştim vê encamê ku mûzîk û huner xwe nespêrin bingehên zanistiyê, wê qelis û lawaz bibin. Ji ber vê yekê, min bi her du milên wê, xwe bi pêş xist. Bi taybet di milê xwendinê de ku bû resentiya karê min yê huner û çandî. Pê ve girêdayî, gelek berhemên min derketin holê, wek mînak; Çar pirtûkên min hatin çap kirin û belav kirin. giştik jî bi zimanê Kurdî ne û li rex vê gelek sitran û awazên min hene û hatine xwendin. Çi ji der ve û çi malbata min, bi taybet hevjîna min Yara Hebîb û Keça min Ferîşte be.

Em hewil didin ku em wek malbat, bibin mînak di pêşxistina zimanê dayîkê û çand û hunera Kurdistan ê ya resen ta ku em bi karibin kelepora gelê xwe zindî bikin û biparêzin, ji ber ku, ew dîroka welatê me ye.

PUKmedia; Hûn wek malbat tev di nava xebatên çandû hunerê de ne, gelo ev ji çi jêderê tê..??

Zekeriya Dawûd; Weke malbat, em xwe dispêrin çanda şaristaniya Demoqratîk û berhemên dîrokî yên axa Mozopotamiya yê.
Li gorî derfetên xwe, em weke malbat di xebitin, lê ew xebatên me, li dervayî saziyan e, me wisa ji xwe re gûncaw dît ku welat parêzî, Kurd hez, û li ser koka çanda dîroka Kurdistanê tev bigerin, em hîn jî hewil didin ku çand û hunera her çar aliyan hem bêz bikin.

Bi kurtî, em hinek bi serê xwe dixebitin, dinivisînin, sitranan di afrînin, lêkolînên xwe hîn kûrtir dikin.

PUKmedia; Hunermendê serkeftî li gor nêrîna we kî ye û çi taybetmendiyên xwe hene..?

Zekeriya Dawûd; Hunermend tê wate ya çareserkirina pirisgirêkên gele, her weha jiyanê xweşik û geş dike,  li gor zagonên ziman û geşekirina dîroka gelan tev digerê.  Li ser bingeha parastina çanda gelê xwe dixebite û xwedî taybetmendiyên gelemperî û Dil nizim û zana ye.
Êş, kul, derd, şahî, xemgîniyê li xwe par ve dike û dike rastî û nîşanî çivakê dide û dighure.
Li gorî me, hunermend ji berî her tiştî, pêwîste ji axa welatê xwe, pir hez bike û bi zimanekî zelal û ciwan xwe bike wek dibistana jiyanê.

PUKmedia; Hûn çawa temaşeyî rewşa çand û hunerê li herêma Efrînê dikin.?

Zekeriya Dawûd; Bi pêşxistina tevgera Azadiya Kurdistanê re gelek sazî , dezgeh û komele vebûn ...Ûwd..
Ez dixwazim çend gotina li ser herêma Efrînê bêj im: Efrîn xwedî dîrokekî pir kevnare, ji Horiyan de bigere heya kelha Sem`anê û şikefta Du Deriyê û Girê Endarê  û gelek cihên dîtir ku bihuşteke dîrokî ye. Her weha dewlemendiya xwe ji hebûnê digire. Gelek pêxember li ser axa Efrînê jiyan kirin e. Ango  dîrokeke ji çand û hunera bê sînor e,  kilîta Kurdistanê bi giştî ye, ewqas xwedî cihekî pir girînge, lê mixabin, di derbarê vê zengîn bûnê de, gelek sersarî û xemsarî tê jiyan kirin.


Pêwîstî bi gelemperiyê heye, bi pir rengan heye. Her çandî karekî pîroz jî tê kirin, lê dîroka vî bajarî, hîna veşartiye. Ger mirov têneghê, wê ber bi wendabûnê ve jî here, weke li gelek deverên welêt hatî holê.
Divê hemû saziyên xweseriyê, bingeha parastin û pêşxistinê bike erka xwe, weke çawa nan û avê pêwîstiya jiyanê ne.

PUKmedia; Gelo bi nêrîna we di vê qonaxa hestyar de çi ji hunermendên kurd tê xwestin..

Zekeriya Dawûd; Di vê qonaxê hestiyar de, pêwîste hunermend û rewşenbîrên Kurd û yên demoqratîk bibin xwedî helwest û rolên herî dîrokî, riya gelê xwe ronî bikin û ber bi serkeftinê ve bi rêve bibin.... Barekî  pir giran e ku di heman demê de, li xwe vegerin û bibin pira azadiya gelê xwe bi hemû derfetan.
Devê pênûs û awaz, bingeha Yekitiya welêt bi binge bigirin, dûrî durûtî û ez eziyê bin. Di vê milî de, ez bawerim ku rewşenbîrên me, wê bibin xwedî hestên herî bi rûmet.

PUKmedia; Ji bo parastin û pêşxistina zimanê dayîk, çi ji rewşenbîrên kurd tê xwestin.?

Zekeriya Dawûd; Hebûn û tûnebûna gelê me, girêdayî çand û zimanê me ye, bê van her du xalan, jiyan dimire û welat talan dibe.
Pêşxistina zimanê kurdî, li hemû devran tê xwestin, bi waneyên zimên û bi rengê wê yê zagonî bên dayîn û hemû dibistanên heyî, bi rengê wê dirûst û bi bandor bên bi karanîn.
PUKmedia; Gelo çima gelek rewşenbîrên kurd û hunermend jî bi zimznê erebî dinivîsin û girîngî nadin bi zimanê kurdî ?

Zekeriya Dawûd; Li gor nêrîna min, rewşenbîr, hunemend, wêjevan û heya şêwekarên Kurd jî ku, bi zimanê welatê xwe hest û ramanên xwe neyînin ser zimên, ew kêm welat parêzin.
Ji ber ku, yek ji taybetmendiyên welat parêziyê ew e ku tu bi zimanê bixwînî, binivisînî, biramî û ji dervayî van tiştan, divê her kes li welatparêziya xwe bikevê gomanê. Parastina çand û ziman ,bi xurt kirin û pêşxistina zimên e.

Û li gel rêzên min ji gelek rewşenbîran re heye, ez bi hêvî me ku her kes bi zimanê dayîkê, bixwîne da ku zimanê dayîkê ya resen bê parastin.

PUKmedia; Banga we ji bo gelê kurd derbarê mijara çand û hunerê de çi ye??

Zekeriya Dawûd;  Hêviya min ji hemû gelê me yê hêja heye ku, di vê sed salê de, bibin xwedî sutatu bi hevgirtin û yekitiya netewî. Dive em jî, weke gelên cîhanê, bi rûmet û şanaz bijîn. Banga min ev e; Ziman û çand û axa xwe biparêzin û bitekoşin.

PUKmedia; Gotina we ya dawî ji xwendevanên PUKmedia'yê re çi ye..

Di dawiyê de, baweriya min, bi xort û keçên me yên hêja heye, û bi taybet, rewşenbîrên PUKmedia` yê ku wê rolên dîrokî bileyîzin û nifşên sed salê wê bi afrînin.
Serkeftinê ji dil, ji were dixwazim û ber bi jiyaneke azad û bi rûmet. Spasiya we careke din dikim.

Der barê hunermend Zekeriya de bixwînin...


Hunermend Zekeriya Dawûd (Zekeriya Efrîn) Di sala 1974`an de, li bajarê Efrînê ji dayîk bû ye . Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li navenda Efrînê bi dawî kirî ye.

Pişt re jî Li bajarê Helebê, xwendina xwe ya hunerê, di peymangeha mûzîkê de, bi dawî kirî ye.

Di gelek kom û komikên mûzîk û hunerê de, cih girtî ye û di pir deran de, wek mamosteyetî jî kirî ye.

Her wiha li Bakur û li Başûrê Kurdistanê jî, beşdarî gelek çalekî û mîtîngên hunerî û çandî bû ye, tevî liv û tevger û lêkolînên wî li ser zimanê dayîkê jî her cuda hatiye pêş xistin.  Bi teybetî jî, di nava tevgera Azadiya Kurdistanê de.

Gelek berhem û destkeftên wî hene, weke mînak; Çar pirtûkên wî hunermendî bi zimanê Kurdî hatine çapkirin û belav kirin. Tevî gelek helbestên ku bi awazan bûne sitran û hatine xwendin.
Bêhtir ji 15 salane, ew endamê PEN`a Kurdî beşê Ewropa`yê ye. Niha jî ew di Desteya Reveber ya Yekîtiya Rewşebîrên Kantona Efrînê de cih digir e.

Hêjayî gotinê ye ku PUKmedia`yê gelek caran hevpeyvîn ligel ramyarvan û hunermend û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê saz kirî ye. Û  daxuyanî û nêrînên wan jî wek xwe weşandî ye. Her weha , beriya niha, hevpeyvîneke taybet ligel dîroknas Biradost Mîtanî bû, vê carê jî, hunermend Zekeriya Dawud e û wê dîdar û hevpeyvînên me, wê her dirêjahî heb e.

PUKmedia-Hozan Efrînî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket