Li Munbicê cihekî dîrokî hat vedîtin

kurdistani 07:37 PM - 2017-12-10
Li Bakûrê Sûriyeyê cihekî dîrokî hat vedîtin

Li Bakûrê Sûriyeyê cihekî dîrokî hat vedîtin

Li bajarê Minbicê yê Bakûrê Sûriyeyê herêmeke dîrokî hate vedîtin. Li vê deverê gorên bi şêwazê gorên Yonaniyan hene.

Li rojavayê nexweşxaneyê ku xebatên avasaziyê dihatin kirin, dema ku ax dihate rakirin ev gor hatin dîtin. Li vî cihê hanê piştî lêkolînên Rêveberiya Şûnwaran a Minbicê hate xuyakirin ku şûşeyên fexar û qizêz, hestî û tiştên ji hehasê hatine çêkirin hene.MINBIC-MALPERA-ARKROLOJI-BIBINEN-2

Rêveberiya Şûnwaran a Minbicê li vê derê bîreke glover dît. Li aliyê bakurê vê avahiyê jî goreke ku dişbihe goristanên Yonaniyan hat vedîtin. Destpêka goristanê bi kevirên mermerê hatiye çêkirin.

Rêveberiya Şûnwaran diyar kir ku ev cih beriya niha hatiye talankirin û xerabekirin. Dîwarê jorî vê gorê hema hindik maye ku bikeve xwarê.

Li vê derdorê her wiha goristaneke ku jorahiya wê bi kevirê reş hatiye çêkirin jî heye. Dizên şûnwaran dema ku ev kevir rakirine derbasî goristanê bûne û 11 gorên ji kevirê kilsê hatine çêkirin dîtin. Hemû tiştên dîrokî yên di goristanê de talan kirine. Tenê hin hestî, ax û parçeyên qizêzan ên şikestî mane.

Di xebatên kontrolê yên di hundirê gorê de pariyên glover ên firaxên ji qetmît û qizêzan hatin dîtin.

Di gora hejmar “1” de ev tişt hatin dîtin.

-3 Çirayên qermîtî ku yek ji aliyê pêşî ve hatiye şikandin.

– Destikekî nihasê.

-Hin pariyên qizêz û qermîtan.

Di gorê hejmar “6” de kildankeke qizêzî temam û hin pariyên qizêzê yên şkestî hatin dîtin.

Di gorê hejmar “11” de jî du kildankên ji qermîtê hatin dîtin ku herdu ji aliyê hustiyê ve bi rengê şîn û sor hatine boyaxkirin, her wiha 3 kildankên ku ji hustiyê ve hatine qutkirin û hin pariyên qizêz û qermîtên şkestî û 5 hustiyên kildankan ên qemîtî hatine dîtin.

Rêveberiya Şûnwaran a Minbicê piştî vê lêkolîna hanê û rakirina hemû berhemên dîrokî, ev cihê hanê binax kir

Ev berhemên ku hatine bidestxistin, dê werin parastina hetanî ku cihekî taybet ango moxexaneyek were vekirin û wan di hundirê wê de bi cih bike.

PUKmedia-Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket