Roja Zimanê Kurdî: Sêvdîn Arafat

kurdistani 02:23 PM - 2016-05-16
Roja Zimanê Kurdî: Sêvdîn Arafat

Roja Zimanê Kurdî: Sêvdîn Arafat

Di destpêkê de Cejna Zimanê Kurdî li we pîroz be, bi hêviya ku her kurdekekî/ê berpirsyar be ji  bo pêşketin û pêkanîna zimanê Kurdî ku bike zimanê rojane; ez silav û rêzê xwe diyar dikim ji kesê/a ku vî zimanê şêrîn û xweş pêktîne.

Bê guman zimanê Kurdî nirx, nîvişk û nasnameya Kurda ye, çi kesê pirtûkan, helbestan an karên din bi zimanê biyanî binvîse,; li nik min xizmeta zimanê din dike û ne zimanê Kurdî, bi dehan zimanzan, nivîskar, sînemevan, dengbêj, helbestvan û … û …ên xwînkurd hene lê mixabin zimanê xwe piştguhkirine û bi zimanê din nivîsîne û dinvîsin; li dev min nabe em navê van bikin nivîskar û rewşenbîrên Kurd, divê em bibêjine van nivîskarên Ereb, Tirk an jî Firs, an jî Elman û … û … twd.

Weke îro ango 15.05.1932 – ê Z. Mîr Celadet Bedirxan hijmara yekê ji govara hawarê li bajarê Şamê weşand, ew govar bû haveyn û nîvişkê vî zimanê hinguvîn ku em pê dixwînin û dinvîsin, kul û derdê xwe û herweha şahî û evîniya xwe pê belav dikin; hêjayî gotinê ku divê bonê de ez bibêjim: Berî çend salekê govara bi nav û deng a bi navê ( The Times ), rêjeya zimanê Kurdî di ya 31 –yekemîn de pejirand di nava 2500 zimanê ku niha li cîhanê hene; bê guman ev cihê serberziyê ye ji hemî Kurdan re.

Bi ser ku niha pir gazin hene ku Kurd bi zimanê xwe mijûl nabin, lê ez bawer dikim ku Mîr Celadet serê xwe ji gorê rakir bana, ew î pir dilgeşbûna ji vê asteya ku zimanê Kurdî gihiştiyê de, tê zanîn ku niha bi dehan telvizyon, kovar, rojname û gelek alavên ragihandinê bi zimanê Kurdî ne; eva jî cihê şadî û dîlana heskiriyên zimanê Kurdî ye.

Ziman hêmanekî girîng e ji bo her neteweyekê ku zindî bimîne, sed sipas ji Kurdên dilsoz re nemaze ji dayikên Kurdan re, ji dengbêj, rewşenbîr, nivîskar, helbestva, rojnemevan û … û … ku zimanê Kurdî bi xwêdana xwe geş kirine û rayê wê kûr di nav zimanên cîhanê çandine; bi ser ku dijminê zimanê Kurdî ji koledar û xwîmijan bi her awayî û hêza xwe ta bi qirkirina netewa Kurd dixwestin vî zimanê hêja sêdar bikin û tune bikin.

Ziman alavekî sereke ye, yê ku ramana hildigre di nav nteweyê de û dihêle pêwendiyek bi hêz di nav gelan de peyde bibe,; ziman gel, neteweyê û hebûna wê ji mirinê diparêze; asîmlasiyonê dûr dike û netewê zindî dihêle li hemberî neteweyên din.

Zimanê Kurdî deqekî mezine di nav zimanê cîhanê de, zimanekî şêrîn, delal, bedew û hunguvîn e; zimanê helbest, xweşxwan, zanist û hunerê ye; bi yek gotinê ew nasname û zimanê gel û netewa Kurde; jiyana rojana ya hemî Kurdan e; zimanê Kurdî zimanê Somer, Medan, Horî û .. û ..zimanê Zerdeşt, Elyê Herîrî, Ehmedê Xanî, feqiyê Teyran, Melayê Cizerî û … û …hemû reweşenbîrên Kurd e.

Ji ber vê gerek e her Kurdek vê kelpûrê biparêze û pêş bixe, şêrîntir û xweştir bike; divê ev erkekî her Kurdekî be.

Zimanê Kurdî xezîneke û deryayeke bê binî ye ji gotin, peyv, metelok, hevok, xweşxane, helbest, çîrok û çîrçîrokan û … û .. yên bi hezarê salan ku di nav Kurdan de mane.

Hêjayî gotinê ye ku ez di vê bonê de bibêjim ku gelek zimanan sûd ji zimanê me girtine û bervajî vê jî rast e, wekî zimanê elmanî, farisî, erebî û tirkî; ta ku di Quranê de jî peyv û gotinê Kurdî hene.

Dawî ez cejna we careke din ji dil û can pîroz dikim; hêvî dikim hûn rojana bi zimanê xwe baxivin nemaze bi zarokên xwe re, bi zimanê xwe bixwînin û binvîsin, pirtûk û gotaran bi Kurdî bafirînin; perwerdê bi zimanê zikmakî bikin, hijmara dibistana zêde bikin, bi zimanê xwe şev û roj bijîn.

Kurdino zimanê we pir nazik û ciwan e …û …Kurdino jiyana bi zimanê Kurdî arama dil û giyanê netewa Kurda ye …. Kurdino jiyana xurû bi Kurdî pir şêrîn û xweş e.

Sêvdîn Arafat – 15.05.2016 – ê Z.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket