Bedirxanî û Çapemeniya Kurdî, Wek Nimûne Rojnameya Stêr
kurdistani 03:28 PM - 2016-04-16Bedirxanî û Çapemeniya Kurdî, Wek Nimûne Rojnameya Stêr
Bi helkeftina 118 saliya roja derçûna rojnameya (KURDISTAN) a dayik, ku 22ê nîsanê ye, bi min xweş e ku rola Bedirxaniyan di çapemeniya kurdî de li sirgûnê bînim ziman û wek nimûne rojnameya (Stêr)ya ku Mîr Dr.Kamîran Bedirxan li Beyrûtê diweşandraxînim ber çavan.
Ez nebawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Mîr Bedirxanê ku di sala 1843an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in.. Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin:Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e.
Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de, û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin.Her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû..
Wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.
Rojnameya Stêr:
Rojnameyeke xurû bi Kurdiya latînî bû, wek zêdeya Roja Nû bû; cihê weşandinê li Beyrûtê bû; 3ê hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belavkirin. Hejmara pêşîn (1) di meha çileyê berê de 1943an, hejmara (2)an di meha sibata 1944 an de, hejmara (3)an û dawî di 22ê çêriya berê de sala 1945an, anku her salekê hejmarek hatîye çap û belavkirin; dibêjin ku ev rojname wek pêveka (zêdeya) rojnameya (Roja Nû) bû. Xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bû.
Konê Reş, Qamişlo, 15.04.2016
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
10:10 PM - 2024-04-19
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Pêşxistina mûçeyên karmendan pêwîstî bi erêkirina Bexdayê heye
Kurdistan 12:03 PM - 2024-04-20