Rewşa dawî ya bakûrê Kurdistanê.
kurdistani 11:46 AM - 2016-02-11Rewşa dawî ya bakûrê Kurdistanê.
Di êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Geverê de, ciwanek hat şehîd kirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên duh li Geverê giran bûn, heta ber destê sibehê dewam kirin. Di van êrîşan de ciwanek hat şehîd kirin. Gelê Geverê li dijî terora dewletê li ber xwe dide.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ku ji duh êvarê û vir ve topên hawanê li ser dibare, hêzên dewletê bi şev êrîşî taxên Esentepe, Esenyûrt û Gungorê kirin. Ji maşînên zirxî bi çekên giran gule li taxan hatin reşandin. Tabûra Efeler jî topên hawanê avêt taxên Esentepe û Esenyûrtê.
Gel li hemberî êrîşan daket kolanan û bi çalakiya dengderxistinê re li ber xwe da. Li taxa Esentepeyê, ji ber êrîşa hêzên dewleta Tirk, ciwanê bi navê Osman Alici hat qetilkirin. Gel cenazeyê Alici rakir malekê. Êrîşên bi dehan maşînên zirxî yên li hemberî taxê û berxwedana gel a li dijî van êrîşan didome.
Li hemberî taxên Orman; Eskî Kişla, Dîze, Mezarlik, Gungor, Zagros, Esenpteye û Esenyûrtê, êrîşa bi topên hawanê bi şer dewam kir û gelek ji van topan li malan ketin. Bi şensê tiştek bi kesî nehat, lê xisareke mezin li malan çêbû.
Hêzên dewletê yên êrîşên xwe yên li hemberî taxa Gungorê didomînin, hewl didin bi gulereşandina bi çekên giran bikevin nava taxê. Hêzên YPS û YPS Jin jî bersivê didin êrîşa dewletê û li ber xwe didin.
PUKmedia / ANHA
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19