Kêrbî: YPG ne terorîstiye û serkeftinên mezin bi dest xistiye.

kurdistani 11:50 AM - 2016-02-09
                                                                                       Con Kêrbî

Con Kêrbî

Peyvdarê fermê bi navê hikumeta Emerîka Con Kêrbî roja duşema bûrî di civîneke rojnameya berfireh bi wezîrê derve yê Sûdiyê re ragihand ku Yekîneyên Parastina Gel yên Kurdî ne terorîstiye û em wê wek hevalbend ji xwe re dibînin, û serkeftin yên mezin li dijî rêxistina terorîst ya DAÎŞê tomar kirine.

Di bersiv dayîna pirsa rojnamevanekî de derbarê terorîstbûna PYD û YPG kêrbî got: me ev mijar gelek caran bi Turkiya re gotûpêj kiriye û em hestiyarbûna Turkiya derbarê vê yekê nas dikin lê em YPG wek terorîstan nabînin û hevalbendên mene herwiha li ser pişgirî û alîkariyan wan berdewambin.

Kêrbî di axaftinên xwe de tekez li ser wê yekê kir ku şervanên Kurd serkeftinin mezin bi dest xistin ku ji bilî wan ti kesî din li dijî DAÎŞê bi best nexistiye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket