Rawenda kurd li Almanya bi serdana Mîrkil nerazî ye

kurdistani 07:41 PM - 2016-02-08
Rawenda kurd li Almanya bi serdana Mîrkil nerazî ye

Rawenda kurd li Almanya bi serdana Mîrkil nerazî ye

Rewenda Kurdî li Almanya ji amaîrkil re; Tirkiye şerekî metirsîdar li hember kurd dike

Îro roja 8-2-2016`an rawêjkara Almanya Engîla Mîrkil bi serdanekê gihîşt Tirkiyê û rawenda kurdî ya Almanyayê jî di wê barê de, bang li Mîrkil kir û GOT; Îro hikûmeta Tirkliyê şereke metirsîdar li dijî gelê kurd dest pêp kirî û ew şer gelek metirsîdar e.

Mîrkil ji bo mijara penaber û ketina Tirkiyê bo nava Yekîtiya Ewropayê û gelek mijarên din yên girîng wê ligel serokkomar Erdogan û serokwezîr Ehmed Dawud Oglu gotûbêj bike.

Rawenda Kurdî wiha ji Mîrkilê re ragihand; Ev serdanê rawêjkara Almanyaê Engîla Mîrkilê ji bo Tirkiyê di demeke ku ew dewleta komkujî bi serê zarok û jin û pîr û kalên kurd dike û kehrebe û avê xwerin û jiyanê li ser xelkê dibre û mafên mirovan heroj binpê dike û li ser wê bingehê rawenda kurdî li Almanya çendîn xwepêşandan saz kirin tako Mîrkil fişarê bixe ser Tirkiyê  ji bo rawestandina wê şerê ku li dijî gelê kurd birêve dibe.

PUKmedia-Şihab Osman-Almanya

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket