Ey hawar û her hawar....

kurdistani 04:41 PM - 2016-02-08
Ey hawar û her hawar....

Ey hawar û her hawar....

Ey hawar kurdno hawar...

Cizîra Botan tev şewitî û rewisî...

Kanî helwesta we..?

***

Ey hawar hunermendên kurdan hawar..

Cizîra Mem û Zînê tev kavil bû û jêrçal bû.

Kanî dengê we..?

***

Ey hawar rewşenbîrên kurdan hawar...

Cizîra rewşenbîran serkot dikin û bê vîn dikin..

Kanî semîna û hevdîtinên we..?

***

Ey hawar nivîskarên kurdan hawar..

Cizîra Kurdan komkujkirin û jinav dibin... 

Kanî liva pênûsa we..?

***

Ey hawar melayên kurdan hawar..

Cizîra Melayê Cizîrî bû gola xwînê û xwîn herikî

Kanî banga û dirûdên we...?

***

Ey hawar zanayên kurdan hawar..

Cizîra leheng û mêrxwesan tevkoj dikin..

Kanî nêrîn û şîretên we...?

***

Ey hawar ciwanên kurdan hawar..

Cizîra Birîvanê bi tang û topan jê birin

Kanî çalakî û jêhatiya we..?

***

Ey hawar dostno hawar..

Cizîra mirovahiya pêşketî bi topan diperçiqînin..

Kanî dilsosiya dostaniya we..?

***

Ey hawar hogirno hawar..

Cizîra xanim û mêran bo tankan wîran dikin

Kanî liv û lebatên we..?

***

Ey hawar alîgirno hawar..

Cizîra Kurdistanê bi firokeyan tev texit dikin..

Kanî qîrî û hawara û xwepêşandan we..?

***

Ey hawar û ey hawar serokno...

Cizîra Kotî û Horiyan pirkoj û talan dikin...

Kanî biryarên we tevgera we..?

***

Ey hawar û herdem hawar siyasetvano...

Cizîra agîd û serbilindan tev bê mal û bê mirov kirin..

Kanî rastiya xebata kurdeyetiya we..?

***

Ez ji bo dîrokê hawar dikim û dîrok jî li ti kesî naye dilovaniyê ger ew bi xwe dilovaniyê li xwe nekin.

Mixabin ev 2 mehin Bakurê Kurdistanê bi top û tank û balafiran tê wêrankirin û kurdên me bê deng û bê helwestin.Mixabin û hezar carî mixabin. Ew kes û aliyên ku ji bo Kobanê xwe ji neçarî livandin û helwest nîşandan bila niha jî wiha bikin, gelo ji bo çi wiha nakin..?!!!

Ji ber vê jî, ez gilî li welat û aliyên cîhanê nakim, ji ber ku hîn aliyên kurdî û xelkê kurd baş neketiye tevgerê û di bêdengiya xwe de berdewam e.

Hozan Efrînî

PUKmedia

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket