Nalîn Mêrdîn; YPS'ê tê wateya rêxistinbûna gel

kurdistani 04:52 PM - 2016-01-08
YPS'ê tê wateya rêxistinbûna gel

YPS'ê tê wateya rêxistinbûna gel

MÊRDÎN - Endama YPS'ê Nisêbîn Nalîn Mêrdîn diyar kir ku YPS'ê di qadê rêxistinbûna gel de nûye û got, "Herî dawî li Silopî 3'ê jinên siyasetmevan hatin qetil kirin. Ev tê wateya ku dervî rêxistinbûn tu rêyek din nîne. Ne ji çeka di destê jinan de ji rêxistinbûnê ditirsin. Tevahî cîhan di ferqa rola pêşengiya jinaye, ji ber vê yekê jina kurd tên qetil kirin. Dervî rêxistinbûnê rêyek din nîne."

Berî niha 6 car li Nisêbînê qedexeya derketinê hat îlankirin û herî dawî ciwanan di 11. roja qedexeyê de li Nisêbînê Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) avabûna xwe îlan kir. Li bendê ye ku di pêvajoyên demê pêş de YPS-Jin jî yê xweser li Nisêbînê bê avakirin. Derbarê mijarê de em bi endama YPS'e Nisêbîn Nalîn Mêrdîn re axivîn.

'YDG-G'ê bi molotofê êdî bû YPS'ê biçek'

Nalîn da zanîn ku YPS'ê tê wateya rêxistinbûna gel û wiha got, "YDG-G'ê bi molotof êdî xwe vegûherand YPS'ê. Gelê ku bi molotofê bersiv dida êdî parastina xwe bi çek dike. Li hember bişaftina giran ciwan, jin û dayîk ango gel xwe bi çek kir û têdikoşe. Çawan ku konfederalîzma demokratîk tê wateya xwerêveberinê, YPS'ê jî tê wateya avakirina qada têkoşîna gel e. Ji dema neolotîk heya roja îro gelê Kurd di nava têkoşînê de ne. YPS'ê navê têkoşîna çekdarî yên bajêre."

'Di nava YPS'ê de mûmkûne rastî dayîkên ku çek hildane û nobetê digirin bên'

Nalîn destnîşan kir ku di demên pêş de di nava YPS'ê de wê YPS-Jin bên avakirin û wiha pêde çû, "Di nava YPS'ê de ciwanên ku ji Nisêbînê ne û li bajarên rojavayê tirkiyê mezinbûne, rastî bişavtinê hatine û dayîkên ku ciwanên wan li taxê biçek bûne cih di nav de digrin. Gelek çîrokên cuda yên endamên YPS'ê hene. Bi taybet jin xwedî li YPS'ê derdikevin. Dayîkên me ên ku li serê taxên xwe nobetê bi çekên xwe digrin hene. Aktora herî girîng yê berxwedanê dayîkin. Dayîk pêşengiya têkoşînê dikin. Armanca tevahî YPS'ê li hember êrîşên dagirkeriyê bûyîna bersive."

'Gelê Kurd têkoşîna çekdarî girîng dibîne'

Nalîn bilêvkir ku gelê kurd bi salane aştiyê dixwaze li gel daxwaza aştiyê jiyanek bi rûmet û aştiyek azad dixwaze û wiha domand, "Di pêvajoya demê borî de bi rêber Apo re hevdîtin hebûn, niha ev hevdîtin ji holê rabû. Bi rawestandina hevdîtinan re nekokiyên tevahî welatên cîhanê li hember gelê Kurd zêde bû. Li Rojhilata Navîn şerek germ tê jiyan kirin. Gelê ku berê dexwaza aştiyê dikir, bi rawestandina hevdîtina bi rêber Apo re analîza nakokiyan dike û gel dest bi têkoşîna çekdarî kiriye. Gelê Kurd êdî di ferqa eger şerê çekdarî pêk neyê wê aştî û azadî jî pêk neyê deye. Ji ber vê yekê vê têkoşîna xwe bi rûmet dibîne."

'Ji vîna jin ditirsin'

Nalîn diyar kir ku bi rasthatina komkujiya Parîsê re li Silopiyê qetilkirina Endama Meclîsa Partiya DBP'ê Sêvê Demîr, aktîvîsta KJA'ê Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel yê Silopî Pakîze Nayîr balê dikêşe û wiha berdewam kir, "Ne ji çeka di destê jinan de ji rêxistinbûnê ditirsin. Tevahî cîhan di ferqa rola pêşengiya jinên Kurde ye, ji ber vê bi aweyek vekirî jin tên hedef girtin. Ev yek jî nîşana tirsa wan ji hêza jine. Ev êrîş hêzê vîna jinan dide nîşandan." Nalîn di dawiyê gotina xwe de bang li tevahî jinên cîhanê kir û got, "Di berxwedana Kobanê de gelek kes tevlî YPJ'ê bûn. Heman tevlîbûn em ji tevahî jinên cîhanê dexwaz dikin. Niha gelê me di bin êrîşek giran de ye li hember vê em banga tevlîbûnê li tevahî cîhanê dikin.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket