Panorameyek li ser êrişên terorîstan li dijî Efrînê

kurdistani 01:55 PM - 2015-12-03
Panorameyek li ser êrişên terorîstan li dijî Efrînê

Panorameyek li ser êrişên terorîstan li dijî Efrînê

Ji ber girîngiya rewşa ewlehiya û metirsiyên dagîrkirina Efrîn û Şêxmeqsûdê ji aliyê komên çete û terorîst yên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tên destekdan, me panorameyek li ser nûçeyên derbarê EFRÎNÊ û ŞÊXMEQSÛDê de ji xwendevan û şopênerên malpera pukmedia`yê re amade kir.

     ÊRÎŞ LI HEMBERÎ ŞÊXMEQSÛD BERDEWAME

Êrîşên komên çekdar li Şêxmeqsud dewam dikin. Di êrîşên çeteyan yên bi hawan û çekên giran de li taxa Şêxmeqsûd 9 sivîl birîndar bûn. Li aliyê din, hêzên YPG û YPJ jî bi tundî bersivê didin yan.

Çekdarên Cebhet El-Nûsra, Ehrar El-Şam û Ehrar Sûriya êrîşên ji 28’ê Mijdarê ve li dijî taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê destpê kirin, dewam dikin. Komên çete îro saet di 06.00’an de bi çekên giran û hawanan careke din êrîş birin ser şêniyên taxê.

Ji ber vê topbaranê, 2 jê zarok 9 sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin Navenda Heyva Sor a Kurd da ku werin dermankirin. Ji birîndaran hin kes rewşa wan giran e. Ji bilî vê yekê ziyana madî jî gihişt avahiyên sivîl.

Li gorî agahiyên ji xebatkarên Heyva Sor a Kurd hatin bidestxistin, navên birîndaran wiha ne: Arif Qehwe (8), Şukrî Qehwe (5), Ehmed Silêman (45), Şêrîn Cumaa (26) ji serê xwe birîndar bûye û rewşa wê giran e, Delal Şeaar (50), Bedriya Şeaar (57), Îbrahîm Reşîd (73) ji serê xwe û zincîra pişta xwe ve birîndar bûye, Hêvîn Salih (35) û Salih Mihemed Salih (70).

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê berisv dan aliyê ku êrîş jê tên, 

Komên çete ku piştgiriya xwe rasterast ji dewleta Tirk werdigirin, ji Îlona 2015’an de tax dorpêç kirine û nahêlin ku tiştek derbasî taxê bibe. Ji ber êrîşên ku di 28’ê Mijdara bihurî de destpê kirine û heta niha dewam dike, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

FERMANDARÊ QSD'Ê: TIRKIYE BI DESTÊ ÇETEYAN ÊRÎŞÎME DIKE 

 Ji fermandarên QSD'ê Ebu Alî da zanîn ku komên çete yên wekî DAIŞ, El Nusra û Ahrar-u Şam bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîşî hêzên wan û sivîlan dike. Alî diyar kir ku hemû cebilxaneya çeteyan ji Deriyê Sînor a Oncupinar ji aliyê Tirkiyeyê ve tê şandin û got "Di nav komên çeteyan de serbazên Tirk û kesên îstîxbaratê hene."

Êrîşên çeteyên DAIŞ, El Nusra û Ahrar-u Şam yên li herêmên Kurdan ên Efrîn, Heleb û Şehbayê ev 10 roj in bênavber berdewam dike. Çeteyên ku bi topên hewanê, fuze û çekên giran sivîlan hedef digirin heya niha bûne sedema mirina bi dehan kesên sivîl. Li hemberî êrîşan, hêzên azadiyê yên di bin sîwana Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (QSD) de bûne yek jî bersiva çeteyan dide. Di navbera çeteyan û hêzên QSD'ê de li xeta Meyremîn û Şehba ya Efrînê û gundên Tinip, Keştear, Şewerxa, Malikiye, Enap û Tamtiraş ên Ezazê pevçûnên giran didomin. Ji fermandarên Artêşa Şoreşgeran ku di nav QSD'ê de cih digire, Ebu Alî derbarê pevçûnan de ji DÎHA'yê re axivî.

'Çete li hemberî QSD'ê ketin nav tifaqê'

Fermandar Ebû Alî da zanîn ku gelek komên çete di pêşengiya DAIŞ, El Nusra û Ahrar-u Şamê de li hemberî hêzên QSD'ê ketine nav tifaqê û ev komên çete rasterast sivîlan hedef digirin kul i gundê Meyremînê bi dehan sivîl qetil kirine. 

'Bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîş dikin'

Alî anî ziman ku komên çete herî zêde bi navê OSO'yê êrîşê Artêşa Şoreşgeran dikin û got "Dixwazin Artêşa Şoreşgeran û QSD'ê qels bikin." Alî da zanîn ku di nav komên êrîşî wan dikin de Tugayên Sultan Murat ên girêdayî MÎT'ê jî heye û wiha berdewam kir: "Tirkiye bi rêya Tugayên Sultan Murat, alikariya DAIŞ, El Nusra û Ahrar-u Şamê dike. Hemû cebilxaneya wan ji Tirkiyeyê tê. Li gor agahiyên me ji Deriyê Sînor a Oncupinar a Kîlîsê dişînin. Kesên ku di pevçûnan de me ew dîl girtin jî vê yekê gotin. Di nav çeteyan de serbazên Tirk hene, yên îstîxbaratê hene."

Alî, herî dawî bang kir ku piştgiriya ji hêzên QSD'ê re were xurtkirin.

 LI DORA EFRÎNÊ ŞER DIDOME, FIROKÊN ŞERKER JÎ ÊRÎŞÊN ESMANÎ PÊK TÎNIN

Piştî ku Ceyş el-Suwar ji Malîkîyê û Şewarxe û embarên gênim kişîn, roja Sêşemê berbangî, firokek şerker ku ne dîyar e ji kîjan welayî ye, êrîşî cîhê Cebhet el-Nusra kir.

Li gor çavkanîyên herêmî, seet çarê sibeh dengê firokê hat, piştre zêdetirî deh êrîşan li navenda Nusra kirin û dengê peqînan li herêma derdorî jîhat bihîstin.

Li gor çekdarên Hêzên Sûrî yên Demokratîk (SDF) ku ku Ceyş el-Suwar jî beşek ji wê ye, li gundê Meryemînê şerekî dijwar qewimî û Nusra tê de çekên giran bikar anîn û hejmareke mezin ji ketîbên Îslamî jî tev lê bûn.

Hêjayî gotinê ye, piştî Ceyş el-Suwar li gundê Meryemînê hatin dorpêç kirin, bangewazî li SDF kirin ku were hawara wan. Piştî şerekî dijwar gund hat rizgar kirin û Nusra hevalbendên wê paşve kişîn û li gundê Şewarxe û Malîkîyê û Keştearê bi cîh bûn.

Çavkanîyên herêmî radigihînin ku firokên şerker hîn jî li ser herêmê digerin.

     TIRKIYÊ Û RÊJÎMA SÛRÎ LI SER EFRÎNÊ LIHEV KIRIN

Di nêrîna çavdêrên siyasî yên kurd de, hinek tiştên dizî yên di navbera rêjîma Esed û Erdoxan de aşkire dikin.

Çavdêr siyasî yên kurd dibêjin; Tirkiyê û Rêjîma Sûrî li ser dagîrkirina Efrînê lihev kirine û çekdarên artêşên Îslamî ji derdora Şamê vedikişîn bo aliyê Helebê û derdora Efrînê.

Çavdêr wiha aşkire dikin ku ew rêkeftin piştî xistina Tirkiyê ji firokeya Rûsî re ye ku di meha borî de xistibûn xwerê û aloziyên mezin di navbera Tirkiyê û Rûsiyayê de pêda bibû.

Lê di wê barê de, çavdêrekî ji PUKmedia`yê re ragihand ku nexwest navê xwe aşkire bike ku rêjîma Sûriyê û Tirkiyê bêhtir ji salekê ye bi hevre di danûstandiên nihênî û jêr bi jêr de ne û gelek karên wan bi hev re hatine kirin û bi taybet derbarê navçeyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û di dema Kobanê de jî ew yek aşkire bû ku ne Tirkiyê û ne jî rêjîma Sûrî tişek li hemberî hevdu nekirin û bêdengiya rêjîma Sûrî ji dagîrkirina DAIŞê ji gundwarên Kobanê re, rastiya wê yekê dide nîşandan.

Ew çavdêrê agahdar dibêje hinek belgeh jî hene û ew yek ne veşartiye ku peywendiyên herdu nrêjîmên dagîrker bi hev re hene û bi awayekî taybet li dijî mafên gelê kurd.

     LI ŞÊXMEQSÛD 3 WELATÎ BIRÎNDARBÛNE

Di topbaran li dijî taxa Şêxmeqsûd de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên nûçegîhana ANHA’yê, çeteyan saet di 03.00’an de careke din top avêtin taxê û ev topbaran nêzî 2 saetan li ser hev dewam kir.

Ji ber topbaranê 3 welatiyên sivîl ên taxê birîndar bûn û ziyan gihişt malan. Şervanên Yekînekyên Parasitna Gel û Yekîneyên Parsatina Jin jî bersiv dan êrîşên çeteyan. Pevçûnên ku derketine hê dewam dikin.

     HÊZÊN DIJE TERORÊ JÎ KETIN NAVA BERXWEDANA EFRÎNÊ

Hêzên dije terorê jî ketin nava şerê li Efrînê û bersivên dijwar dane DAIŞ û ENIYA NUSRE û AHRARê ŞAMê.

Hat zanîn ku şerê li ber sînora Efrîn û= Azazê roj bi roj xurtir û metirsîdartir dibe û hemû aliyên îslamîû erebî hêzên xwe yên çekdarî kirine yek û di bin navê Artêşa Azad e êrişî ser Efrînê dikin û rastî bersivên gelek dijwar hatine.

Li gorî jêdereke agahdar li Efrînê ku nexwest navê xwe aşkire bike ji PUKmedia`yê re ragihand ku ev du rojin şer û pevçûnên poir dijwar di navbera çeteyên ser bi DAIŞê, Eniya Nusre û Ahrarê Şamê ji alioyekê ve û hêzên YPG-YPJ û Hêzn Demokratîk yên Sûrî de berdewam e.

Jêdera agahdar ji PUKmedia`yê re dazanîn ku piştî ku êrişên terorîstan bihêztir bûn, Hêzên Dije teror ya kantona Efrînê destêwerdana bo nav wê şerî kirin û ziyaneke pir mezin li terorîstan dan û terorîst paşve reviyan û bêhtir ji 15 kesan hatin kuştin û 4 kes jîdigel mîrekî bi dîl hatin girtin û hejmareke mezin ji çek û teqemeniyan ketin destê dije terorê.

Wê jêderê aşkire kir ku îro jî firokeyên cengî yên hevpeymanên navnetewî û Rûsiyayê êrişî ser çeperên terorîstan kirin û nêzîkî yek demjimêrê bombebaran kirin û ziyaneke pir mezin li wan dan.

Ew cihên ku hatine bombekirin, Bjaroka Şiwargê, gundên Enebkê û Malikiyê û navçeya Şêx Meqsûdê jî da ber bombe barankirinê ku êdî rewşa çeteyan gelek aloz bû.

      LI EFRÎNÊ ŞER GERMTIR DIBE Û KUŞTIYÊN TERORÎSTAN BÊHTIR DIBIN

 Li Efrînê şer germtir dibe û kuştiyên terorîstan bêhtir dibin û Tirkiyê jî hyevkariyê pirtir dike.

Di wê barê de, peyvdarê Artêşa Şoreşgeran li Azazê Ehmed Hiso ji PUKmediaq`yê re ragihand ku ji roja 23-11-2015`an ve, çekdarên komên terorîst yên DAIŞ-Eniya Nusre û Ehrar Şam bi hemû awayekî li dijî bajarê Efrînê û gundên Azazê û t5axa Şêxmeqsûdê şer dikin.

Hiso gpt; Di wê şerî de, bêhtir ji 20 terorîstên komên Îslamî hatin kuştin û û li hemberî jî 4 şervanên Artêşa Şoreşgeran û 4 jî yên YPG`ê şehîd ketine û 4 kesên sivîl jî şehîd bûne digel 20 kesên sivîl jî birîndarin.

Peyvdarê Artêşa Şoreşgeran aşkire kir ku komên çekdar ji ber binkevitina xwe, êdî dest bi bombebarankirin û topbarankirina gundan kirine û di encamê de, 4 gundî şehîd bûne û hejmareke mezin jî birîndarin û bi awayekî tewşankî bi guleyên hawan û tangkan davêjin nav gundan.

     ARTÊŞA ŞOREŞGER: CEBHET ELNUSRE DIXWAZE EM NAVÇEYÊ VALA BIKIN

Artêşa Şoreşger derbarê parastina gundên Izaz ji çekdarên terorîst yên DAÎŞ rejdbûna xwe nîşan da, û got hêza Sûriya ya Demoqratîk li Efrînê parastinê dike.

Perdevkê ragihandina Artêşa Şoreşger Ehmed Elomer roja duşemê ji PUKmedia re ragihand: di 28 vê mehê de girûpeke terorîst ser bi Cebhet Elnusra ve bi tometa têkiliyan bi Yekîneyên Parastina Gel re êrîş li ser xalê me kir , piştî şerê ku çend demjimêran berdewam kir ji me xwestin em navçeyê vala bikin lê me ev yek red kir lewma dubare êrîşî me ji çend aliyan kirin.

Tevî ku me bersivek tund da lê di encama şer û bevçûnan de 6 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 20 kesên din jî birîndar bûn, bajarokên Şitar û Malikiyê hatin dorpêjkirin ji aliyê Cebhet Elnusre ve lê şervanên Artêşa Şoreşger dorpêçkirin şikandin û gel azad kirin.

Di heman demê de me alîkariya Hêzên Sûriyaya Demoqratîk û Yekîneyên Parastina Gel di şikandina dorpêçkirina bajarê Mirêmin û baqijkirina wê ji çekdarên terorîst yên DAÎŞ kir.

Di encama operasyona baqijkirina gundê Mirêmin 16 çekdar hatin kuştin û 8 kesên din jî dîl ketin çar di navdestê me de ne û çare din jî di destê Yekîneyên Parastina Gel de ne.

Ji milê hemahengiyê bi hevpeymana navdewletî re Omer eşkere kir: wek ku li Kobanê û Cizîrê têkilî bi koalisyina navnetewî re heye li Efrînê tune ye, ta niha balafirên şer yên hevpeymana navdewletî ti êrîş li ser teroran li navçeyê encam neda ye, balafirên Rûsî jî çend caran bargehên DAÎŞ li navçeyên Bab Elselam, Bab Elhewa û bakûrê Laziqiyê bombebaran kirin lê ti têkiliyê bi me re nakî.

Di dawiya axaftinên xwe de Omer balkişand ser wê yekê Mirêmin bi temamî rizgarbûye û dê artêşa Şoreşger operasyona rizgarkirina navçeyên gundê Izaz destpê bike.

Tê zanîn Artêşa Şoreşger beşek ji artêşa Azad e ku di bin siya Hêza Sûriyaya demoqratîk parastina navçeyê dike.

Artêşa Şoreşger di 3 gulana îsal de hat damezrandin ku ji yekbûna 7 beşan pêk hat û li seran serî Idlib, Hema, humis, heleb, lazqiyê û Reqa belav dibe, ew beşên yekbûyî jî evin:

1 – Kombûna şoreşgerên Humis bi rêveberiya serleşker Ebdulîlah Elehmed

2 – Roka Bakûr bi rêveberiya Rêzan Ebo Mehmûd

3 – Liwaya Meham bi rêveberiya Ebo Elî Berd

4 – Eniya Elekrad bi rêveberiya Selah Elcibo

5 – Feuca 777 bi rêveberiya Ebo Ereb

6 – Liwaya 99 bi rêveberiya Ehmed Mehmûd Sultan 

7 – Liwaya Sultan Selîm bi rêveberiya Ebdul ezîz Mîrza 

     LI NÊZÎKÎ EFRÎN Û AZAZÊ TERORÎSTAN KOMHUJIYEK PÊKANÎ

Li navçeyeke nêzîkî Efrîn û Azazê, terorîstên Nusreyê komhujiyek li dijî sivîlan pêkanî.

Li gorî jêdereke ji Artêşa Şoreşgeran ku îro serê sibê li gundê Tinbê, komkujiyeke bê wêne ji aliyê terorîstên Eniya Nusre û Ehrarê Şamê ve pêkhatiye ku bêhtir ji 20 welatiyên sivîl şehîd bûne.

TERORÎSTAN TAXA ŞÊXMEQSÛD TOPBARAN KIR

Terorîstan taxa şêxmeqsûd topbaran kir 65 birîndar û 4 şehîd

Ji duhî roja şemiyê 28-11-2015`an ve komên çete yên terorîst taxa Şêxmeqsûdê bombebaran dikin.

Di encama topbaranê de, bêhtir ji 65 kurdên sivîl birîndar bûne û 4 jî şehîdbûne ku ew kesên birîndar jî, birînên xwe pir giranin.

Ev topbaran bi alîkariya rêxistinên terorîst ji Eniya Ehrarê Sûriyeyê re tê û bi awayekî bê wêne û teremare taxa Şêxmeqsûdê topbaran dikin û sedema wê jî ew  dibêjin ji ber ku YPG û PKK`ê alîkariya Rûsiya dikin û ew jî wê kurdên Helebê ji Helebê derxînin.

     AZAZ; ARTÊŞA ŞOREŞGERAN SERKEFRTIN LI DIJÎ ENIYA NUSREYÊ TOMAR KIR

27/11/2015 13:23:00

Berpirsekî Artêşa Şoreşgeran ji PUKmedia`yê re ragihand ku hêzên wan li eniya şer ya li derdeora Azazê ghelek pêşketin bidestxistine û wê ji bo parastina xelkên deverê her berevaniyê mbikin.

Her weha peyvdarê Artêşa Şoreşgeran Ehmed Hiso jî, ji PUKmedia`yê re ragihand ku artêşa wan gelek pêşketinên mezin di derdora Azazê de li dijî Eniya Nusre û Ehrarê Şamê re saz kirine û hîn jî berdewam in.

Hiso got; Di encama wê şerî de, 11 çekdarên komên çekdar uyên Eniya Nusreyê hatine kuştin û 4 ji xelkên sivîl bi topên terorîstan hatine şehîd kirin.

Ehmed Hiso aşkire kir ku ji ber binkeftina çekdarên terorîst li derdora Azazê, dest bi bombekirin û gulebarankirina gundên sivîl dikin û heya niha jî 4 şehîd û 3 birîndar ji xelkên sivîl yên gundê Tinib û bajaroka Şewagirê hene.

     FIROKEYÊN RÛSÎ TANKERÊN DAIŞÊ KIRIN BI XALÎ...

27/11/2015 12:20:00

Firokeyên cengî yên Rûsî bi awayekî pir dijwar bersiva Tirkiyê dide û bêhtir ji aliyê aboriyê ve..

Li Azazê bêhtir ji 100 tankerên petrola DAIŞê ku di riya Azazê re derbasî Tirkiyê dibûn û 2 kamyonên barê çekan ku ji Tirkiyê bo Helebê ji Eniya Nusreyê re dihatin şandin, tev bi firokeyan têkda û şewitandin.

Her di wê barê de, çalakvanên siyasî li Kantona Efrînê amaje bi wê yekê dikin ku ew tankerên neft û petrola ku Tirkiyê ji DAIŞê kiriye û bi riya Azazê derbasî nav welatê xwe dikir, ev bi tevayî hatin şewtandin ku derbeyeke pir mezin ji Tirkiyê re ye û ew 2 kamyonên ku Tirkiye ji komên çekdar yên terorîst re dişand ku firokeyên Rûsî herdu kamyon têkda û şewitandin, ew jî gelek watedar e ku piştî xistina firokeya Su24 ya Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve.

PUKmedia-Panorama

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket