Li Efrînê cihekî dîrokî hat dîtin

kurdistani 05:23 PM - 2015-11-18
Li Efrînê cihekî dîrokî hat dîtin

Li Efrînê cihekî dîrokî hat dîtin

EFRÎN – Li gundê Elebiskê yê Kantona Efrînê cihekî ku dîroka wî vedigere dema navbera sedsalên duyemîn û pêncemîn hat dîtin.EFRIN-RECO-DITINA-KNISEKE-KEVNAR-5

Komîteya Berhemên Dîrokî (Şûnwar) a navçeya Raco ya Efrînê ev du meh in li nêzî gundê Elebeskê cihekî dîrokî dîtiye. Komîteyê birêveberiya (mûdîriyeta) Berhemên Dîrokî bi vê yekê agahdar kiriye. Piştre kesên pispor ên girêdayî birêveberiyê dest bi xebatên kolandinê kirin.

Piştî kolandina du mehan, van kesan hin tabloyên dîrokî ku wêneyên bet, tawûs û hin şeklên endizyarî li ser in, dîtin. Li vî cihê dîrokî her wiha wêneyên xezal, hesp, gor û sê bîr hatin dîtin.

Hevseroka Birêveberiya Berhemên Dîrokî ya Efrînê Esmehan Ehmed got: “Me li vir xebatên kolandin û lêkolîn dan destpêkirin da ku dîroka xwe biparêzin. Piştî ku Rêveberiya Xweser hatiye ragihandin, ev cara yekemîn e cihekî dîrokî wiha tê dîtin.”

Pisporê Karêbarûn Berhemên Dîrokî Hemîd Nasir destnîşan kir ku ev cihê dîrokî yê li gundê Elebeskê bi navê Xerabê Kuliyê tê naskirin. Nasir diyar kir ku li vî cihê dîrokî diyar dibe ku berê dêrek EFRIN-RECO-DITINA-KNISEKE-KEVNAR-3li vir bû, du deriyên wê yên sereke hene yek li aliyê rojhilat û yek jî li rojava. Dîwarê wê jî heye û tabloyên mozayîk lê jî ku vedigerin serdema Romaniyan hene.

Li gorî Hemîd, ev cihê dîrokî vedigere dema navbera sedsala duyemîn û sedesala pêncemîn P.Z. Firehiya wê 900 m2 e.

Niha ev cih ji aliyê hêzên Asayîşa Efrînê vet ê parastin, tê payîn ku kar û xebatên kolandin û lêkolînkirinê jî dewam bikin..

PUKmedia-Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket