Di barê zimanê kurdî de...Xezne Nebî

kurdistani 03:25 PM - 2015-11-11
Di barê zimanê kurdî de...Xezne Nebî

Di barê zimanê kurdî de...Xezne Nebî

Rojnamevana Kurd a naskirî li Kobanê ku çend caran jî di dema şerê li dijî DAIŞê de biîndar jî bûye, nêrînên xwe bi zelalî li ser zimanê kurdî û perwerdekirina nifşên nûh li Rojavayê Kurdistanê tîne ziman û evê li xwerê naveroka nivîsa wê ye.

Ku ne zimanê mirovan bûya dê gelek cudatî di navber mirovan û lawiran de nebûya, ne tenê ji alî mejî ve, lê belê ji alîiyê fîzîkî ve jî. Ji ber ku bikaranîna mirovî ji ziman re hiştibû dev û rûyê wî bên guhartin, wek valatiya di ezmanê devê mirovan de, çenga mirovan kurt e, ne wekî çenga lawiran e.

Ji ber ku jiyana mirovên destpêkê pêşket û di komên biçûk de jiyan kirin lewra neçar man ku gelek dengan derxin. Pêwîste ku mirov bizanibe ku ziman ne tenê li ser bingehî dengan derketêye, lê belê li rex deng, gelek hêman û nîşanên cuda hebûn.

Girîngiya hereketan gelek hebû. Em vê yekêjî heya niha di hemû civak û zimanan de dibînin, ji ber ku arîkariya me ji bo danasîna tiştekî, peyvekî, navekî, pîvanekî û gelek wate û awayên ku em dixwazin bidin nasîn

Ji bi vê jî gelek kes îro bune lewre ,erê deng derdıxın ,lêv dıherıke , lê ne zımanê wane , bı hemu zımana şerê zımanê xwe dıkın, û êdî ew kîne؟ çıne ؟ temam kırın lı gel we .....................

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket