Kolîja zimanê kurdî li Bexdadê hat girtin

kurdistani 10:35 AM - 2015-11-01
Kolîja zimanê kurdî li Bexdadê hat girtin

Kolîja zimanê kurdî li Bexdadê hat girtin

Êdî li Bexadê piştî 56 salan kolîja zimanê kurdî namîne.

Li gorî SNN`ê ku endamekî perlemana Êraqê li ser lîsteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, di nivîseke xwe ya li ser girtina kolîja zimanê kurdî li Bexdadê, tê de hatiye ku ji ber xemsariya hikûmeta Herêma AKurdistanê û ne girîngdayîn bi çandina mamosteyên beşa kurdî li Bexdadê ya kolîja zimanê Kurdî, xwendina îsal wê nemîne û wê kolîja zimanê kurdî piştî m56 salan bê girtin.

Snn di pêdeçûna xwe de dibêje ku parlementerê kurd Ferhad Qadir nivîsiye ku ev kolîj di dema rêjîma Ba`sê de, gelek nirxdar bû û bihêztir bû, lê îro jî em dibînin ku ti nirx ji wê kolîjê re naye dayîn û hêdî hêdî ber bi nemanê ve diçe, her ji ber nebûna mamosteyên baş, diyare wê xwendina sala 2015-2016 kolîj bête girtin. 

Her weha di wê barê de, zimanzanê Rojavayê Kurdistanê Can Êzdî Xelo jî wiha nêrîna xwe da; Mixabin, zimanê Kurdî li başûrî welêt roj bi roj gavan paşde diavêje! Vaye beşa Kurdî ya zanîngeha Bexdadê ku 56 sal in çalak e, ji ber xemsariya Hikûmeta Herêmê hate girtin. Mixabin ev beş di serdema Be'is de jî ji van 15 salên dawiyê çalaktir bû!!

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket