YNK`ê û rewşa dawî ya li Herêm û Kurdistanê

kurdistani 06:01 PM - 2015-10-14
YNK`ê û rewşa dawî ya li Herêm û Kurdistanê

YNK`ê û rewşa dawî ya li Herêm û Kurdistanê

Wek tê zanîn ku ji meha Îlonê û vir ve aloziyên li Herêma Kurdistan û Êraqê zêdetir û kûrtir bûne, lê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê herdem xwediyê helwest û biryarên hevgirtin û yekxistina gotara siyasî ya kurdî û sazana nîştimanî bû.

Em ji xwendavanên xwe re hinek ji nerîn û helwestên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê didin weşandin.

 

Politburoya YNK`ê belavokek weşand.

 

Li ser rewşa vê dawiyê ya li Herêma Kurdistanê û aloziya heyî, Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê civîneke taytbet lidarxist û belavokekek taybet jib o xelkê Kurdistan û raya giştî weşand ku evê li xwerê naveroka wê belavokê ye.

Gelê berxwedanvanê Kurdistanê..

Aloziyên aborî fişarên xerap li ser budçe û mûçe û bazar û projeyan heye, lê piraniya gelê me di piştîvaniya pêşmerge û xwediyên şehîdan de, li hemberî DAIŞên faşîst kirine û xwe nedane aliyekê û belgehên herî liberçavan ewe ku pir bi wefadarî birêkirina şehîdan ber bi jiyana nemirî ve ku ji aliyê cemewer û gundiyan vet ê kirin.

Alîkarî û hevkariya Nîştimanperwerên Kurdistanî jî jib o malbartên şehîdan û her weha ketina bo nav şerên berevaniyê ji aliyê cemawerê Kurdistanê ve, belgehên din yên hasten kurdeyetiya hevçerxe û berferehbûna ezmûna demokrasiya li Kurdistanê jî, gihîştiye ta radeya ku fermanberên Kurdistanê bi aramî dakokiya mafên xwe dikin û ev renge û cura xebatê ya sivîle û ne bes rewaye jî, lê ew mafên sivîlî ne û pêwîste hikûmet jib o çareserkirina pirsa mûçeyê pir bi zûh pêngavan bavêje ew jî cihê dilxweşî û demokrasiyê ye.

Her div ê helûmercên cîhanî û navçeyî û navxweyî de, Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi serpereştiya cîgirê yekemîn ya sekreterê giştî ya YNK`ê heval Kosret Resûl Elî wek erk û rûdanên heyî civîn kir û biryarên li xwerê hatin pejirandin;

Yekem: Rewşa Siyasî

Rewşa siyasî ya Kurdistan li Êraq û Kurdistan û navçeyê, ji nû ve helwest û helsangandin jê re tê xwestin. Derbarê siyasetên welatên mezin yên cîhanê ku li Sûriyê û li Êraqê û li beşên din yên Kurdistanê, li hemberî DAIŞê hatiye darijtin, bandoreke xwe ya taybet heye.

Parleman û hikûmet û hêzên siyasî yên sertanserê Kurdistanê pêwîste ji salên din yên borî zêdetir hişyar bin û rewşên siyasî û leşkerî û bi destxistina mafên demokrasî yên Kurdistanê, bikin bi xema xwe ya serekî, ne nakokiyan kûr bikin û div ê bare de, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi awayekî berpirsyartî vê rewşê li ber çavan derbas dike û girîngiyê didiyê.

Hem li ser asta Êraqê û hem jî li ser asta aloziyên di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê de, çi li ruyê siyasî û çi li ruyê aborî bi riya gotûbêjan û aiyarîkirina erk û mafêan bête çareserkirin û her digel kêşeyên neftê jî.

Her li ser asta cîhanî û navçeyê jî, hevsengiya siyasî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî li hemberî cemserên mezin yên cîhanê û herêmî, bi erkekî çarenûsaz dizanin .

Diyare ku her aliyek ku parastina demokrasiyê û piştîvaniyê li siyasetên gelê me bike, ji bilî wê ku cihê rêz û pêzanîne li gel gelê me, di heman demê de, rastkirina wê şaştiya dîrokî ye ku ew stratiyeciyeta ku peymana Saykis û Bîko li ser netewaya me de sepandibû ye.

Duyem: Beşên din yên Kurdistanê bi taybet Başûrê Kurdistanê di helûmerceke çarenûsaz de ye û di heman demê de jî di aloziyeke hestyar de ye.

Her li Bakurê Kurdistanê jî xebateke sivîlî û parlemanî û berevaniya leşkerî heyeku êdî gihîştiye astekê ku neyarên demokrasiyê ew xwepêşandan û şalakiyên sivîlî û rêklemkirina hilbijartinan napejirînî ku di nava xwepêşanderan de, du koneperastan xwe teqandin û bûn sedema şehîdkirina 95 kesên azadîxwaz ûbirîndarkirina zêteir ji 180 kesan ji çalakvanên HDP`ê û demokrasîxwazên sertanserî Tirkiyê, ji ber wê jî em bi tundî li dijî wê kiryara qirêjin û daxwaz dikin ku biryarderên wê tawanê bi tundî bê siza kirin.

-Rojavayê Kurdistanê, piştî 4 salan li kar û xebata bi qehremantiya YPG-YPJ`ê, her weha xebata sê çareke sedeya gelê me, beşa Rojavayê Kurdistanê azad û desthilata Xweseriyê jî di deverên azadkirî de ragihand. Ev serkeftinên bûne sengeke mezin û bi hêz li ser asta navnetewî û navçeyî jib o Rojavayê Kurdistanê peydakir.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê wek herdem piştîvaniya serkeftinan û ezmêna nûh ya saziyên sazkirî a Rojavayê dikir, lê di heman demê de, yê herî baştir ew e ku em 2 erkên pir girîng aşkire bikin.

 

Cengî di heyama 24 demjimêran de 120 ton çek pêşkêşî rojavayê Kurdistanê dibe

 

Rêveberê ajansa parestin û agahiyan ya Herêma Kurdistanê Lahor Şêx Cengî ragihand : di 24 demjimêrên bê de çek û alavên serbazî wê bighêjin Yekîniyên Parestina Gel û Yekîniyên Parestina Jinê li rojavayê kurdistanê .

Cengî di riya malpera xwe de ya bi hêla Fêsbûk re belavkir ku di heyama 24 demjimêran de 120 ton çek û alavên serbazî bighêjin nav destê şervanên kurd li rojavayê Kurdistanê û ev yek ji encamên serkeftina diblomasiya kurdan bi Emerîka re ye.

Cengî tekez kir ku ev gava piştgirîkirina Emerîka ji YPG û YPJ re li hemberî terorîstên DAÎŞê ye , destnîşan jî kir ku navçe bi awayekî lez tê guhertin , herêma Kurdistanê jî , berî 2 salan alîkariyên serbazî ji şervanên bajarê Kobanê re pêşkêşkir bû.

 

Alîkariyên leşkerî gihîştin destê YPG`ê

 

Alîkariyên serbazî yên hêzên hevpeyman û Emerîkayê gihîştin destê YPG`ê.

Jêdereke şahreza bi karûbarên Emerîka û YPG`ê ji PUKmedia`yê re ragihand ku; Alîkariyên leşkerî yên Emerîkayê bi riya firokeyan gihîştin destê YPG`ê.

Şeva buhurî berpirsê Ajansa Zanyarî û Parastina Herêma Kurdistanê Şêx Lahurî Şêx Cengî bi riya belavokeke taybet de ji raya giştî ya Kurdistan û cîhanê re ragihand ku wê di heyama 24 demjimêrên dahatu de, bi qasî 120 ton ji çek û teqmeniya bighêje destê şervanên Rojavayê Kurdistanê yên YPG-YPJ`e û di heman mijarê de jî, li gor zanyariyên taybet ku ji aliyê Emerîkayê ve gihîştin PUKmedia`yê ku îro berbang demjimêr 3 ew çek û teqemeniyên Şervanan bi riya firokeyên hevpeymanên navnetewî gihîşte destê YPG`ê.

Di wê barê de, jêdereke taybet yê karûbarê Emerîka û YPG`ê ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro roja 12-10-2015, li piştî barê çekan ya ku di 18-10-2015`qn de li Kobanê bi riya pereşotan çek û teqemenî ji YPG`ê re hat şandin, ev bu duyemîn car Emerîkayê barên çekanbi riya firokeyên cengî yên hêzên hevpeyanan, çek û teqemeniyên leşkerî wek hevkarî radestî hêzên YPG li Rojavayê Kurdistanê kirin.

Jêderên taybet ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro berbangê demjimêr 3 li Eyn Îsayê çek gihîştine destê şervanên YPG`ê.

Hêjayî gotinê ye ku bi alîkariya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku di navbera Emerîka û Hêzên YPG-YPJ`ê de navbertî dikir û pêngava bherî mezin ew bû ku yekemîn barê çekan li Kobanê hat danîn di demeke pir girîng de ku bû sedema bi serkefrtina berxwedana şervanên YPG-YPJ`ê li dijî terorîstên DAIŞê.

 

Nûneretiya Rojava; Spas ji bo hevkariya YNK`ê

 

Li Rojavayê Kurdistanê pesna YNK`ê û Lahurî Şêx Cengî didin

Piştî ku li Rojavayê Kurdistanê hêzên hevpeymanan çek û teqemenî bi ser hêzên YPG-YPJ`ê de belav kirin, nûneretiya Rojavayê Kurdistanê spasiya Yekîrtiya Nîştimanî ya Kurdistan û bi taybetî Şêx Lehrî Şêx Cengî kir.

Di wê bare de, nûnerê Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê Şêrzad Yezîdî ji PUKmedia`yê re ragihand ku bi hewil û lîmeta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û bi taybetî berpirsê ajansa parastin û zanyariya Herêma Kurdistanê Lehurî Şêx Cengî di çend demjêreke beriya niha de beşek ji çekên Emerîkayê gihîştin destê şervanên YPG-YPJ`ê.

Şêrzad Yezîdî ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku her çiqas ewe ku YNK`ê bi erkên xwe yên nîştimanî rabûye, lê pêwîste rola YNK`ê di bare alîkariya Rojavayê Kurdistanê û şandina çekan de liber çavan bê girtin.

Yezîdî di berdewambûûna axiftina xwe de got; Gereke ew yek ji bîra mirovan neçe ku ev ne care yekê ku YNK`ê alîkariya Rojavayê Kurdistanê dike, lê YNK`ê ji berê ve û ji destpêkê ve alîkariya me kiriye û şandina çekan jib o Kobanê nimûneya liber çavan e û ji ber wê jî em spasiya YNK`ê û bi taybet kak Lehur dikin..

 

Peywendiyên YNK`ê û HDP`ê

 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP`yê) Fîgen Yuksek û komîteya pêre, serdana Navenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.

Komîteya HDP`ê ku ji Kamûran Yuksek Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) , Ertûgrûl Kurkçuyê Parlementerê HDPyê yê Îzmîrê di nav de bûn digel Yuksekdagê çûn Herêma Kurdistan`ê ji aliyê Mele Bextiyarê Berpirsiyarê Buroya Siyasî ya YNKyê ve hatin pêşwazî kirin.

Fîgen Yuksekdagê ji rojnamegeran re daxuyand ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Turkiyê dê bi partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistana Iraqê re hevdîtin bikin.

Mele Bextiyar got: Li Turkiyê riya çareserkirina pirsgirêkan aştî ye lewra em dixwazin HDP`ê di hikûmeta berwext a Turkiyê de cih bigre û jiber vê yekê em bê şik û guman beşdarî kongreya AK Partiyê bûn.

Komîteya HDPyê piştî vê bi rayedarên YNKyê re civîn kir, civîn bê endamên çapemeniyê hat lidarxistin. 

 

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket