6`mîn Kongireya PYD`ê bi beşdarbûna partiyên her çar aliyên Kurdistanê birêve çû

kurdistani 04:47 PM - 2015-09-20
6`mîn kongireya PYD`ê

6`mîn kongireya PYD`ê

Axaftina vekirina Kongira 6. ji hevseroka PYD Asya Abdula

Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah diyar kir ku berxwedanek bi rumet a gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê meşandin û got: “Em bi hêvîne ku kongreya me bibe hêza berxwedan û tekoşîna gelan a ji bo Sûriya Demorkatîk û azad, mafê hemû gelê Sûriyê bê misogerkirin.”

Hevseroka PYD’ê Asya Abdula axaftina vekirinê ya 6’emîn kongreya PYD’ê ku li bajaroka Rimêlan tê lidar xistin kir. Abdula bi xêrhatina nûner, mêvanan û hem beşdarên kongreyê kir û ev tişt anî ziman: “Em bejna xwe li ber hemû berxwedêrên azadiyê yên ji bo mafê gelê Rojava û pêkanîna jiyana azad û hevbeş canê xwe dan ditewînin. Kongreya me ya îro bi saya tekoşîna wan û fedekariya gelê me û hemû pêkhateyên Rojava tê lidarxistin.”

abdelah di berdewama axavtina xwe de ev tişt anî ziman: “Berxwedana gelê me ya di asta herî jor de dimeşe dê pêşeroja gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn destnîşan bike.”

Abdulah bal kişand ser berxwedana li Bakurê Kurdistanê û wiha dom kir: “Li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke bi rumet dimeşe, gelê me û di şexsê Cizîra Botan de berxwedaneke di asta herî jor de li dijî desthiladariyê pêk tînin.”

Abdulah her wiha tekoşîna jinan a di şoreşa Rojava de bibî xist û wiha got: “Şoreşa Rojava şoreşa jinan gihand asta herî jor û bi berxwedana hêzên YPJ’ê û Tevgera jinên Azad ên pêşengtiya şoreşa Rojava kirin, ji nû ve dîrok nivîsand. Îro li Kurdistanê û bi pêşengtiya jinan dîrok careke din xwe ji nû ve rêz dike û li dijî desthiladariya zilam jin dîroka azadiya xwe dinivîsin, her wiha dîroka azadiya gelan dinivîsin, berxwedana jinan bo mînak di nava hemû cîhanê de. Em di wê baweriyê de ne berxwedana tê kirin dê bigihêje asta herî jor.”

Abdulah, berxwedana hemû hêzên Kurdistanê silav kir û wiha pê de çû: “Em berxwedana hemû hêzan û gelê xwe yên piştgiriya şoreşa Rojava dikin, silav dikin. Şoreşa Rojava bi armanca avakirina Sûriyeke demokratîk û jiyana azad ya li dijî hemû êrîşan pêk hatiye. Em hemû saziyên pîrozkirina kongreya PYD’ê pîroz kir silav kirin.”

Abdulah di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em bi hêvîne kongeya me û bi beşdarbûna hemû şandeyan bibe hêza berxwedana gel a avakirina Sûriya Demokratîk ku mafê hemû pêkhateyan biparêze.”

Piştî axaftina Asya Abdulah bi dawî bû Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi zimanên kurdî, erebî û ingilîzî bixêr hatine hemû beşdarên kongreyê kir û dest bi xendina rapora siyasî bi zimanê kurdî kir.

KCK: Avakirina Sûriyeyeke demokratîk tenê bi rêya Şoreşa Rojava wê pêk were

Piştî axaftina Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah û xwendina rapora rêveberiya partiyê ji aliyê Salih Muslim ve, peyama KCK’ê hat xwendin.

Di peyama KCK’ê de hate gotin ku avakirina Sûriyeyeke demokratîk tenê di rêya Şoreşa Rojava re wê pêk were û wê hevsengeyên li Rojhilata Navîn destnîşan bike. Di peyamê de her wiha hate destnîşankirin ku hin hêzên dijberiya demokratîkbûna Sûriyeyê dikin û dixwazin şoreşa Rojava di rêya çeteyên DAIŞ’ê têk bibin.

Di peyama KCK’ê de her wiha hate gotin ku jiyana azad û demokratîk wê di rêya bingeha parastina rewa û xwerêxistinkirina civakê re pêk were û ev tişt hate gotin: “Bendewarî û mayîna bê parastin tê wateya binketinê. Bêyî ku berxwedan bê kirin ne mumkine destketî bêne bidestixstin.”

KCK’ê di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya rêxistkirina jinan û ciwanan û wiha domand: “PYD’ê ji nûnertiya jinan û pêkanîna mînaka demokratîk a li Rojhilata Navîn û Cîhanê berpirsyar e. Di heman demê de divê rola ciwanan jî bê parasitin û ciwan baş bêne rêxistinkirin. Pêwîste PYD’ê sîstema xwe ya demokratîk zêde bike, xwe baş bi rêxistin bike û hemû xebatkar û karmendan di bin sîwana TEV-DEM’ê de birêxistin bike.”

Di peyama KCK’ê de hate destnîşan kirin ku wê Şoreşa Rojava bibe nimûneya Rojhilata Navîn a ji bo avakirina civaka demorkatîk û kesayeta azad û pêwîste PYD’ê li ser vî esasî tekoşîna xwe bidomîne.

Di peyamê de her wiha bal hate kişandin ser koçberiyê û hate destnîşankirin ku hêzên sermayendar koçberiyê plan dikin û ev tişt hate gotin: “Şoreşa Rojava dikare çareseriyekê ji hemû alozî û pirsgirêkan re peyda bike, her wiha dikare pirsgirêka aborî jî çareser bike. Pêwîste em li benda piştgiriya derve nemînin. Lê belê pêwîste em li gorî derfetên di destê xwe têbikoş in.”

Mela Bextiyar: YNK`ê bi hemû hêza xwe piştevaniya her çar beşên Kurdistanê dike

Bi beşdariya şanda Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê kongireya 6`emîn ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê li bajarokê Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Şanda YNK`ê bi serokatiya Mela Bextiyar berpirsê Desteya Kargêrî beşdarî di kongireya PYD`ê de kir. Di destpêka kongireyê de aliyên beşdar çend deqeyan ji bo rihê şehîdên azadiya Kurdistanê rêz girtin û sekiniyan, piştre gotar hatin xwebndin.

Hevseroka PYD`ê Asiya Ebdila gotara bixêrhatina mêvanan xwend, her wiha Hevserokê partiyê Salih Muslim jî gotara xwe pêşkêş kir û bi her sê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî bixêrhatina mêvanan kir û behsa sîstema demokrasiyê û xwerêveberiya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê kir û rewşa Sûriyê û Rojhilata Navîn jî nirxand. Di kongireyê de her wiha peyama KCK`ê jî hate xwendin û şandên KCD`ê û PDK`ê jê gotarên xwe pêşkêş kirin.

Ji aliyê xwe ve jî Mela Bextiyar serokê şanda YNK`ê jî gotina xwe pêşkêş kir û têde behsa rola PYDê û şervanên YPG`ê kir, girîngiya rola şervan û Pêşmerge û Gerîlayan di şerê li dijî DAIŞê de nirxand. 

Mela Bextiyar di destpêka gotara xwe de got: ''Bi navê politburo û serkirdayetiya YNK em pîrozbahiyê li PYD`ê û şervanan û tevahiya mêvanên beşdar dikin.''

Mela Bextiyar got ku PYD`ê karî bibe sembola serwerî û netewiya Kurdî û got ku ew nehatine ji bo bêjin YNK`ê çi xizmet ji bo her çar perçeyên Kurdistanê kiriye, ji ber ku şehîdên YNK`ê li her 4 perçan xwîna xwe rijandine.

Di berdewama gotara xwe de Mela Bextiyar spasiya şervanên YPG`ê û YPJ`ê kir ku 200 hezar welatiyên Êzîdî rizgar kirin û derbasî Rojava kirin, û got ku cara yekem wan DAIŞ li Şengalê têk şikandin ji ber wê gelek spasiyê didin wan şervanan.

Mela Bextiyar anî ziman ku beriya 6 salan kê bawer dikir ku Rojava bigihe va astê, lê îro bi xwîna şehîdan Gelê Rojavayê Kurdistanê kanîn berê deriyê koşkên serokên cîhanê ber bi Rojava bikin, ew jî destpêka bidestxistina mafê gelê Kurd e.

Berpirsê desteya kargêrî ya YNK`ê amaje kir ku pêwîst bû dewleta Tirkiyê baş bizane ku tenê bi riya aştiyane dikare kêşeyan çareser bike, ji ber ku ti welatî nekariye bi şer vîna gelan bişkîne, di serdema Osmanî û Ataturk û hemû hikûmetên din de Tirkiyê nekarî îradeya Kurdan kêm bike.

Di dirêjiya gotara xwe de Mela Bextiyar got ku nexşeya siyasî ya dewlet û herêm û navxwe ve ber bi guhertinê ve diçe, û eger welatên din bi şêweya Saykis Piko dîsa lihev bikin û guhertinê bikin, ew nikarin serkeftina xebata azadî û demokrasiyê rawestînin.

Di dawiya gotara xwe de Mela Bextiyar hêviya serkeftinê ji PYD`ê û xweseriya demokratîk re kir û ragihand ku ew hêvîdar in li  Rojava stratejiyeke aborî û siyasî û civakî hebe ku bikare bingehên demokrasiyê biguhere, ji ber ku demokrasî li ser bingeha aborî û siyasî û civakî bi ser dikeve.

Her wiha got ku Yekîtiya Niştîmanî her ji destpêka damezirandina xwe ve piştgiriyê li xebata gelê Kurdistanê dike li her çar beşên Kurdistanê, û got ku bi beşdariya wan di 6`emîn kongira PYD`ê de ew piştevaniya xwe ji bo şervanan û tevahiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dûpat dikin.

Her di dawiyê de Mela Bextiyar ronî xiste ser hilbijatinên pêşwext ên Tirkiyê û got ku YNK ji bo serkeftina HDP`ê her tim piştgiriyê dike  û hêvî kir ku di wan hilbijartinan de jî HDP vê care ji sedî 15an ji dengan bidest bixe. 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî bo Kongira PYD

Endamê Buroya Siyasî ya PDK’ê Kemal Kerkûkî peyama Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Kongeya PYD’ê ya 6’an xwend. Di peyamê de banga yekîtiya li hemû aliyên Rojava kir.

Peyama Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji Kongeya PYD’ê ya 6’an re hate şandin ji aliyê Endamê Buroya Siyasî yê PDK’ê Kemal Kerkûkî ve hate xwendin. Kerkûkî kongre li endam û rêveberên PYD’ê pîroz kir û got: “Em Kongreya we pîroz dikin û we silav dikin. Ez silavên Serok Barzanî û hêviyên wî yên serekftina kongreya we û yekîtiya we ji bo pêkanîna mafê rewa yê gelê me li Rojavayê Kurdistanê ji we re radigihînim.”

Kerkûkî bal kişand ser êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê û wiha dom kir: “Em ji çeperên şerê li dijî terora cîhanê û welatê agir Kerkûka Kurdistanê hatine da ku em beşdarî kongreya we bibin. Em planên di çarçoveya pêkanîna demokratîkbûna gelê Rojava pîroz dikin. Her gavek em bi hev re pêk tînin, ji bo serkeftina gelê me yê di nava çar parçeyên Kurdistanê de hatine parîçakirin e.”

Kerkûkî daxuyankrin kir ku dîroka desthiladariya Kurdistanê û ev tişt anîn ziman: “Hemû parçeyên Kurdistanê û bi taybet Başûrê Kurdistanê rastî komkujî û siyasetên tunekirinê hat. Siyasetên tunekirinê li ber çavê hemû dewletên mezin pêk hat. Lê ev hemû jî tekoşîna gelê me ne da rawestandin. Hûn helwesta PDK’ê ya ji bo yekîtiya Kurdan û xebatê wê ji bo her parçeyek mafê xwe yê azadiyê li gorî şert û mercên siyasî, aborî û civakî pêk bîne. Em li her derê bi gelê kurd re ne.”

Kerkûkî diyar kir ku ew li kêleka gelê Bakurê Kurdistanê rawestiyan da ku mafên xwe bi dest bixin û bang li hemû aliyên Tirkiyê kir ku vegerin ser maseya hevdîtinan da ku dawî li tundiyê û şer were. Kerkûkî banga yekîtiya gelê kurd li Rojava kir û wiha got: “Bi vêyekê dê bingeha serkeftinê pêk were û dê serkeftinên li dijî DAIŞ’ê berfireh bibin, her wiha dê gelê hemû mafê xwe li ser xaka Kurdistanê bi dest bixîne.”

Kerkûkî di dawiya axaftina xwe de got ku partiya wan bi hemû hêza xwe ji bo hêzên YPG’ê li Kobanê ser bikevin piştgirî pêşkêş kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me pêşmerge şandin û Rojava û me piştgiriya YPG’ê li Kobanê û deverên din ên Rojava kir. Di dawiyê de me serkeftinê ji kongreya we re dixwazin û em bi hêvîne ji aliyê hemû pêkhateyan ve bê qebûlkirin.”

El-Hadî: Kurd rêbertiya şoreşa gelên Rojhilata navîn dikin

Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî diyar kir ku gelê Kurd pêşengtiya şoreşa Rojhilata Navîn bi riya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike û wiha got: “Nakokiyên di navbera aliyên kurdî de bandora xwe li pêkhateyên din ên herêmê dikin, ji ber vê yekê divê hemû alyên kurdî nakokiyên xwe bidin aliyekî.”

Li rex kar û xebatên birêvebirina 6’emîn kongra Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku li bajaroka Rimêlanê tê lidarxistin, Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî beşdar bû û di axavtina xwe ya di kongreyê de diyar kir ku gelê Kurd bi riya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengtiya şoreşa Rojhilata Navîn dike.

El-Hadî di destpêka axavtina xwe de kongre li hemû beşdaran pîroz kir û wiha got: “Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî, aborî, siyasî û  netewî gelê Kurd rêbazekî guncaw ku xwe dispêre felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas girtin û me jî ji aliyê xwe ve ev rêbaz qebûlkiriye.”

El-Hadî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku gelên herêmê li ser destên dagirkeran û hêzên hegomonîk zulm û êşên mezin dîtine û wiha domand: “Li herêmê herî zêde gelê Kurd rastî zulm û îşkenceyê hatiye û herî zêde gelê Kurd li hemberî vê zulmê têkoşiyaye. Em niha di têkoşîna li dijî zulm û zordariyê piştgirî û alîkariya gelê Kurd dikin.”

El-Hadî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em niha di qonaxeke nû re derbas dibin. Pêşengtiya vê qonaxê partiyekî nû û fîlozof Abullah Ocalan dike. Teoriya ku Ocalan ji bo çareseriya hemû aloziyên Rojhilata Navîn pêşkêş kiriye, divê em hemû ji bo azadiya Rêber Ocalan têbikoşin.

El-Hadî bal kişand ku yekîtiya gelê Kurd tê wateya yekîtiya hemû pêkhateyên herêmê û ji ber ku gelê Kurd pêşengtiya şoreşa Rojhilata Navîn dike, hemû nakokiyên gelê Kurd bandora xwe li hemû pêkhateyên herêmê dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qonaxa ku em niha têre derbas dibin ji bo yekîtiya gelê Kurd derfeteke mezin e û nakokiyên derdikevin jî tê wateya windakirina vê derfetê, pêkhateyên Ereb, Suryan û yên din li herêmê baweriya wan bi gelê Kurd di pêşengtiya şoreşê de mezin e. Ji ber vê yekê hûn wekî gelê Kurd neçar in yekîtiya xwe ava bikin.”

Irmak: Kongra PYD’ê netewî ye

Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak di kongreya PYD’ê de got: “Ev kongre, kongreyekî netewî ye û têde hemû nûnerên parçeyên Kurdistanê amadene.”

Piştî ku nameya KCK’ê hate xwendin Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak axivî.

Irmak di axavtina xwe de got ku sedsala 21. bûye sedsaliya azadiya jin û ev yek bi saya berxwedana jinên Rojava pêk hatiye û destnîşan kir ku jinên Rojava nûnertiya azadiya tevahî jinên cîhanê dikin û wiha got: “Sedsala 20. Sedsala şerê birakujî bû. Tenê tekane rêya azadiya kurdan yekîtiye.”

Irmak Kongreya PYD’ê weke konreyekî nîştîmanî û neteweyî bi navkir û da zanîn xwe têde nûnerên her çar parçeyên Kurdîstanê amadebûne û kongre li tevahî gelê kurd pîroz kir û got. “Carekî din kurd wê ji bo dijmînan nebin leşker. Ji niha û pêde ji bo pêkanîna jiyanek hevbeş têkoşînê bidin meşandin.”

Irmak diyarkir ku pêwîste her kes li ser felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan bimeşe da ku karibe Netewa Demokratîk avabikin û nirxê mirovahiyê biparêzin.

Irmak bang li tevahî gelê kurd kirk u têkiliyên xwe bi cîhanê re xurt bikin û ev yek bi rêya piştgiriya şoreşa rojava pêktê û bang kirk u demeke nêz de kongreya netewiya kurd li darbixin.

Irmak bal kişand ser şoreşa gelê kurd a Bakûrê Kurdistanê ku ev 40 sale ji bo mafê xwe yê rewa tekoşînê didin meşandin û got: “Piştî çend salan a ji tekoşîna çekdarî meşa aşitiyê bi serkêşiya Rêber Apo destpêkir. Lê hikumeta AKP’ê li gorî rûpîvanên aşitiyê tevnegeriya û berevajî vê dijminahiya şoreşa Rojava kir û piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê kir.  Dewleta Tirk li dijî avakirina statuyek kurdî li rojava polîtika da meşandin û niha jî li hemberî gelê kurd yê Cizîra Botan kiryarên hovane dimeşîne.”

Irkmak daxuyakirin ku polîsên AKP’ê gelek jin û zarok kuştine, lê tu carî gelê kurd teslîm nebûye û her tîm berxwedana wî serketiye.

Irmak di dawiyê de bang li PYD’ê kir ku asta têkoşîna xwe bilind bike û rêxistina xwe xurt bike.

 

PUKmedia-N.R.PYD`ê li Ewropa

 

 

 

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket