Serowezîrê Firansa qehremantiya Pêşmerge li hember DAIŞ silav kir

kurdistani 06:43 PM - 2015-09-15
Serowezîrê Firansa qehremantiya Pêşmerge li hember DAIŞ silav kir

Serowezîrê Firansa qehremantiya Pêşmerge li hember DAIŞ silav kir

Manuel Vales serokwezîrê Firansayê li parlemana wî welatî axaftinek derbarê helwesta Firansa li hember DAIŞ`ê li Sûriyê û Êraqê pêşkêş kir û têde tekez kir ku helwesta Firansa li hember DAIŞ li wan herdû welatan neguheriye û ew dixwazin hevpeymaniyeke navdewletî ya nû dijî DAIŞ li Sûriyê were damezirandin ji bo dawî li va rêxistina terorîst li Rojhilata Navîn were.

Manuel Vales di axaftina xwe de got ku wan rê li pêş bihêzbûna DAIŞ girtiye û êrişên wan yên ezmanî hevkariyeke mezin ji bo lewazkirina rêxistinê pêşkêş kiriye.

Vales her wiha diyar kir ku hêzên Pêşmerge qehremaniyeke mezin li hember DAIŞ`ê nîşan daye ku bi hêzên me re karîn êrişên DAIŞ li herêmê rabigirin û wan bişkînin.

Serokwezîrê Firansayê her di wa derbarê de da zanîn ku stratejiya Firansa li hember DAIŞ nehatiye guhertin û ew hewl didin ku hevpeymaniyeke nû dijî wan li Sûriyê damezirînin, bi armanca lêdana wan û bidawîkirina êrişên wan li tevahiya herêma Rojhilata Navîn û cîhanê ve.

Di dawiya axaftina xwe de Vales bal kişande ser serokê Sûriyê Beşar Esed û got ku ew berpirsyarê yekem e ji ber kuştin û jinavçûna bi hezaran welatiyên Sûriyê yên bê guneh, ji ber wê divê çareyek ji bo wa rewşê û metirsiyên bi hikûmeta Esed ve girêdayî li herêmê were dîtin, ji bo wê jî pêwîstiya Firansa û hevalbendan bi hevkariya tevahiya welatên Rojholata Navîn heye.

PUKmedia / Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket