Berpirsê êrişên DAIŞ li ser Kerkûkê Ebû Eyûb El Kurdî hate kuştin

kurdistani 11:55 AM - 2015-08-03
Berpirsê êrişên DAIŞ li ser Kerkûkê hate kuştin

Berpirsê êrişên DAIŞ li ser Kerkûkê hate kuştin

Şeva çûyî 2/8/2015, di encama bombebarankirina balafirên Hevpeymana navdeletî de berpirsê êrişên DAIŞ`ê li mîhwera Kerkûkê hate kuştin.

Çavkaniyeke Pêşmerge pêbawerkirî ji PUKmedia`yê re diyar kir ku di bombebarana balafirên Hevpeymanê de li ser navendeke terorîstên DAIŞ`ê nêzî devera Hiwêce berpirsekî DAIŞ tevî bi dehan terorîst hatin kuştin.

Çavkaniyê xuya kir ku fermandarê payebilind yê DAIŞ`ê bi navê Ebû Eyûb Kurd, ku berpirsê operasyon û êrişên DAIŞ`ê li dijî hêzên Pêşmerge li mîhwera Kekûkê ye, piştî ku hate kuştin temê wî radestî bijîşkiya dadwerî ya Kerkûkê hate kirin.

PUKmedia / Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket