Keça Helebçeyî bû yekema başûrê Kurdistanê

kurdistani 01:58 PM - 2015-07-11
Keça Helebçeyî li başûrê Kurdistanê bû yekem

Keça Helebçeyî li başûrê Kurdistanê bû yekem

Xwendekara keç a ji bajarê Helebçe yê başûrê Kurdistanê bi wergirtina 700 dereceyan bû yekema başûrê Kurdistanê .

Dunya Wesfî Mehmûd sala 1997’an ji dayîk bûye. Ew xwendekara refa 12’an ya amadeyiya keçan a Helebçe ye. Dunya li ser asta Herêma Kurdistanê bi 700 dereceyan pileya yekemîntiyê bidest xist.

Wezîrê perwedeyê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq li navenda wezareta perwerdeyê ya li Hewlêrê encamên ezmûnên amadeyî û refên 9 ên başûrê Kurdistanê eşkere kir. Sadiq di civîna çapemeniyê de wiha got: “Li başûrê Kurdistanê tenê xwendekarekê sedî 100’ê bersiva pirsan rast daye û ew jî ji bajarê Helebçe ye.”
 
Li gor vê yekê Dunya Wesfî Mehmûd Mihemed li ser asta zanistî ya amadeyi bi 700 dereceyan bû yekemîna Herêma Kurdistanê.
 
Li ser asta wêjeyî jî, Şeyma Reşîd Omer a ji qezaya Berdereş a girêdayî Dihokê bi 687 dereceyan pileya yekemîntiyê bidest xist. Emîre Abdî bi 682 dereceyan pileya duyemîntiyê û Şadan Luqman Ehmed jî bi 678 dereceyan bû sêyemînê başûrê Kurdistanê.

PUKmedia/Rojnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket