Kosret Resûl serxweşî li hikûmeta Êraqê kir

kurdistani 05:57 PM - 2015-04-26
Kosret Resûl serxweşî li hikûmeta Êraqê kir

Kosret Resûl serxweşî li hikûmeta Êraqê kir

Cêgirê serokê Herêma Kurdistanê û cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî, ji ber şehîdbûna hekmareke efser û leşkerên artêşa Êraqê li Enbarê, peyama serxweşî arasteya serokwezîrê Êraqa federal kir.

Cêgirê serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya serxweşiyê de, wiha got;Artêşa Êraqê li dijî hêzên tarîk û terorîstan, berxwedaneke mezin û bê wêne mîna birayên xwe pêşmergê Kurdistan tomar dikin.
 
Resûl Elî di wê peyamê de dazanîn ku şihadeta ji bo parastina axa welat û serwerî yasa û dadweriyê, ew riya şervanên mêrxwesin li dijî neyaran di hemû meydanên şer de.

Di dayiyê de sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî ji malbata wan şehîdan re serxweşî xwe û ji birîndaran re jî cansaxî xwest.

Hêjayî gotinê, di wê buyerê de, sertîp Hesen Abas Tofan serleşkerê fîrqeya yekemîn yê artêşa Êraqê digel hejmarek ji efserên din, di berxwedana dîrokî ya li hemberî terorîstan li navçeya Sirsarê ya bakurê Filuceyê şehîd bûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket